Li Erzurumê jinek: Ez neçarî parsê kirim

11:46

 


JINHA


ERZEROM - Sedema avabûna çîniyatiya  di nava civakê de,ya herî serke aboriye. Êş û stembariya  aborî ya  herî zêde jin di nava civakê de jiyan dike. Fadîme K. jî yek ji wan jinane ku ji devera Erzeromê ye û ji bo ku baldariya mirovan  ser  xwe rake û kes wê nebîne, bi desmalê rûyê xwe digre. Fadîme diyar kir ku, ji bo li hember zehmetiyên  jiyanê, li serpiyan bimîne neçare  parsê bike.


Pergala desthilatdariya mêr bi hemû hêza xwe êrîşê hebûna jinan dike û bi hemû amûrên koletiyê dixweze hêza jinan bixeniqîne. Mêr bi taybet jî di warê aborî de hewil dide jinan bindest bihêle.Yek ji wan jinan jî Fadîme K. (55) ye li Erzeromê di nava şert û mercên zehmet de dijî.  Fadîme piştî ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da û zarokek wê ket girtîgehê neçar ma ji Erzîncanê koçî Erzuromê bike.


'Li Erzeromê jinan tûne dihesibînin'


Fadîme diyar kir ku wê ji şeredariyê daxweza alîkariyê kiriye da ku dev ji parsê berde. Şeredariyê jî 3'ê meh carek hezar û 300 TL dide dervî vê jî tû alîkarî nade. Ne tenê jinên ku parsê dikin,gelek jinên li Erzeromê dijîn û xwe dibin desmalê de ji civakê veşartin ew jî wateyek dide. Pergala baviksalarî ya feodal ku xwe li Erzeromê bi cih kiriye, jinê weke cewhera civakê dîtin zêdetir,hebûna jinan tûne dihesibînin.


'Tenê rêya parsiyê ji mera hêştin'


Fadîma ya ku kesek wê tûne û neçarî kar maye wiha got: “Ez nikarim bûka xwe rêkim kar. Derdor gelek xirab bûye. Ez di vî temenî de me jî pirsgirêkan dijîm. Gotinên ne baş dikin,yên ku bi niyeta xirab nêz dibin hene. Ji ber vê neçarim ser rûyê xwe bigrim.” Fadîme da zanîn ku li Erzeromê ji bo jinan derfetê kar tûneye û wiha domand: “Ez ji neçarî parsitiyê kirinê hêştim. Kar tûne,hele ji bo jinek qet tûneye.Dewletê jî tû alîkariyê nade me.Tenê riya parsê ji mere hêştine. Eger li Tirkiyê jin carek kole be,li Erzeromê jin dû qatan kole ye. Jin ji bo mêr tenê amûre. Weke tiştek yanî weke dolabekê dibînin û bi kar tîne. Ji dervî wê  şansek din ji jinan re tûneye.”


(rt/zt)