Ji sînor ji bo Kobanê silava roja 93'yemîn
11:56
JINHA
RIHA - Li xeta sînor ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê bi zincîra mirovan ji 7 salî heta 70 salî berxwedan hate silavkirin.
Li Kobanê berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê kete roja 93'yemîn. Li gundê Mehser û Miseynterê jî ji bo silavkirina berxwedana dîrokê zincîra mirovan a ku bûye kevneşopî îro jî hate lidarxistin. Ji 7 salî heta 70 salî bi dehan kes beşdarî zincirî mirovan bûn.
Mezin, biçûk, kal û pîr bigire heta anarşîstên ji Îtalyayê hatine jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya zincîra mirovan bi rêzgirtina ji bo şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê welatiyan destên hevdu girtin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" "Bijî YPG" "Bijî YPJ" "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan" berz kirin. Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hatin vekirin û niştecihên gund jî bi dirûşman piştgirî dan çalakiyê.
(zt)

