Topbarana DAIŞ’ê 1 zarok û 3 welatî qetilkir

13:45

JINHA


KOBANÊ – Li Kobanê DAIŞ’ê  cihê ku sivîl lê dima topbaran kir. Di encama topbaranê de 1 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.


 Li Kobanê di rojên dawî de cihên ku sivîl lê dimîne topbaran dike. Duh bi şev dema ku cardin DAIŞ’ê cihê sivîl lê diman bi qasî 50 topan avêtin, di encama topbaranê de 1 jê zarok 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku navê welatiyên k udi topbaranê de jiyana xwe ji dest dan wihane Qasim Berxbatan (60), Ehmed Ebûd (50), zarokê bi navê  Ebûd ê 12 salî û Mustefa Ebûd e. Her wiha di topbaranê de welatiyên bi navê Emîr Ebûd (16) û Mihemed Bozan ê (60) salî jî giran birîndar bûn.


 Li gorî agahiyên dawiyê rewşa Mihemed girane.


  


(zt)