Ji dermanfiroşan tevkariya bi Kobaniyan

14:31

 


JINHA


RIHA - Yekîtiya Dermanfiroşan ya Tirkiyeyê bi boneya piştevaniya bi welatiyên bi gelê Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe bi terikînin hatin Pirsûsê. Dermanfiroşan li ba xwe gelek pêwîstiyên jiyanî bi xwe re anîn radestî Komeleya Piştevanî û hevkariyê ya Rojava kirin.

Yekîtiya Dermanfiroşan ya Tirkiyê bi boneya piştevaniya bi welatiyên bi gelê Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe bi terikînin hatin Pirsûsê. Dermanfiroşan li ba xwe gelek pêwîstiyên jiyanî weke 100 pêlav, bot û gore anîn Garaca Şaredariyê radestî Komeleya Piştevanî û hevkariyê ya Rojava kirin, piştî dermanfiroşan hevkarî radest kirin çûn serdana Şaredariya Pirsûsê der barê rewşa Kobaniyan agahî girtin.

'Wê tevkariya me bi dome'

Serokê Yekîtiya Dermanfiroşan ya Tirkiyeyê Erdogan Çolak diyar kir ku belayek li serê Rojhilata Navîn çêbûye û wiha got: "Bela ji ber êrîşên van komên çeteyên hov bi hezaran welatî li ser cih û warê xwe neçarman ku koçî bakurê Kurdistanê bikin û pêwîstiya van welatiyan bi tevkariyê hene." Erdogan anî ziman ku ji ber ya niha jî wan hezar kaban anîbûn. Niha jî wan hezar pêlav, bot û gore ji bo welatiyan anîn. Wê xebatên me yên tevkariyê dewam bike. Erdogan bang li tevahî rêxistinê saziyên sivîl kir ku bi hestyar tev bigerin.

Suavî û Akin konbajar ziyaret kir

Li aliyê din bi boneya piştevaniya bi berxwedana Kobanê re parlamenterê berê yê BDP'ê Akin Birdal û hunermend Suavî hatin Şaredariya Pirsûsê der barê rewşa welatiyên Kobanê de agahî girtin. Piştî wê Akin û Suavî derbazî konbajarê Arîn Mîrkan bû û bi welatiyên Kobanê re hatin ba hev.

(zt)