Malbat ji bo zarokên xwe ji DAIŞ'ê biparêzin biçûk dizewicînin
15:11
JINAH
NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînatora Rewşên Lezgîn a NY'ê Valerîe Amos,bal kişand ser rewşê jinên temenê wan bi çûk yên li Rojava piştî êrişên çeteyên DAIŞ'ê. Valerîa da zanîn ku,ji ber hovitiya DAIŞ'ê û li gel vê yekê tecevûz kirina jinan û birina wan li bazarê weke kole firotina, malbat jî,ji bo ku zarokên xwe ji DAIŞ'ê biparêzin wan bi zorê, di temenê bi çûk de didin zewicandin.
Kordînatora Rewşên Lezgîn a Netewên Yekbûyî (NY) Valerîe Amos,ji bo balê bikşîne ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Rojava Konseya Ewlekariyê ya (NY) daxûyaniyek da. Valerîa, da zanîn ku ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê jinan dibe li bazarê weke kolan difroşe,li beramberê vê yekê, malbat ji bo ku jinan biparêzin bi zorê di temenê bi çûk de didin zewicandin. Valerîe di berdewamiya gotina xwe de bi taybet bal kişand ser rewşa jinên ku temenê wan biçûk jiyan dikin û wiha got: "Ji bo hovîtî,tûndî û bê rêzbûna li hember mirovahî ya ku li Sûriyê tê jiyan kirin gotin nîne mirov bi lêvbike".
'Ji bo 5 milyon û 600 hezar zarok alîkariya lezgîn'
Valerîa dest nîşan kir ku,zarok rastî êrîşa zeyendî, îşkence û kuştinê tên, li gel vê yekê jî pêwistiya 5 mîlyon û 600 hezar zarokan bi alîkariya lezgîn heye. Valerîa diyar kir ku,çeteyên DAIŞ'ê li ber çavê gel zarokên wan bi darve dike û bi rejmê qetil dike û encamê raporê jî wiha vegot: "Li gorî raporê jî,di kampa ku li Raqayê vekirine zarokên 5 salî jî di nav de 350 zarok perwerdeya leşkerî dîtine. Li gel vê yekê zarokên keç jî rastî tecevûza çeteyan tên û li bazara weke kole tên firotin".
Valerîa dest nîşan kir ku,li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya (NY) heya niha alîkarî ji bo walatiyên di bin dagirkeriyê de mane ji sedî 5 tenê gihêştine.Valerîa wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêgezên şer jî heye.Mirovan birçî hêştin û ne hêlana gihêştina alîkariya Tibbî di hûquqa Navnetewî de hatiye qedexe kirin."
(rt/zt)
