Ji bo şer raweste em şarên xwe yên spî bavêjin erdê

09:00

Hazal PEKER –Hangul OZBEY – JINHA


HEWLÊR – Delegeya Ewropayê Feleknas Uca ku di Konferansa Jinê ya Netewî de axivî, bi bîr xist ku berê, jinên kurd ji bo şer bidawî bibe şarên xwe yên spî avêtine erdê û got “Îro jî em wisa bikin. Em bêjin êdî bes e şer û operasyon. Em aştî û yekîtiyê bixwazin.”


2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd ku duh destpê kir, di roja duyemîn de, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ berdewam kir. Delegeya Bakûr Gulhan Yak, diyar kir ku weke jin, rêvebirin û îradeya wan ji bo wan esas e û got “Ji bo jiyaneke rast a civakê bê sazkirin, divê rengê jinê jî bikeve nav siyasetê. Divê em siyaseta zilam a serdest, red bikin.” Delegeya KJB’ê Zaxo Zagros jî, diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a kurdan, pirsgirêka malbatê û jinê ye. Zaxo got ku têkiliyên di nav jin û mêr de neyên famkirin, dê tu pirsgirêk neyên famkirin û çareserkirin.


‘Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan jînolojiyê lêkolîn bikin’


Zaxo anî ziman  ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, jinolojî divê bê lêkolînkirin. Zaxo, rewşa cihên ku kurd lê dijîn nirxand û balkişand ser girîngiya yekîtiya jinên kurd. Zaxo, ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiya jinê, ev pêşniyaz kirin:


“Li hemberî darvekirina jinan û recmê ku li Rojhilatê Kurdistanê pêk tên, çalakî û kampanya bên lidarxistin. Li hemberî zewaca di temenê ciwan de, kuştinên di bin navê namûsê de, xwekuştinên jinan, fihuş û bêexlaqiyê çalakî divê bên lidarxistin. Ji bo ku girtiyên jin ên siyasî bên berdan, zimanê kurd bibe zimanê perwerdehiyê, çalakî divê ben lidarxistin. Ji bo ku zarokên kurd ên girtî ne bên berdan, çalakî û kampanya bên pêşxistin. 11’ê Gulanê ku roja şehadeta Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî ye, di asta netewî de bê destgirtin û pêşxistin. Li hemberî hemû destdirêjî û îşkenceya li hemberî jinan, divê çalakî bên lidarxistin. Ji bo guhertina zagonên zayendperest, têkoşîn bê meşandin.”


‘Em bêjin êdî bes e’


Delegeya Ewropayê Feleknaz Ûca jî anî ziman ku pêdiviya jinan bi rêxistineke ku xwe tê de bibînin heye û wiha got: “Rêxistineke ku em bikaribin pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, têkiliyên xwe xurttir bikin. Di hêla siyasî, civakî, çandî de. Berê jinên kurd ji bo ku aştî çêbibe, şarika xwe ya spî diavêtin erdê. Îro jî em wisa bikin. Em bêjin êdî bes e şer û operasyon. Em aştî û yekîtiyê bixwazin.”


Wêne-Kamera: Hazal PEKER-Hangül OZBEY


(ho/hp)