Ji jinên Nisêbînê piştevaniya ji Rojava û Şengalê re
16:49
JINHA
MÊRDÎN - Ji bo piştevaniya gelê Şengal û Rojava, jinên Nisêbîne pere û pêdiviyên pêwîst komkirin û şandin.
Bi armanca piştevaniya gelê Rojava û Şengalê Desteya Jinan û Jinên Meclîsa Şeredariya Nisêbînê ya Mardînê cih digrin, pere û pêdiviyên hatine komkirin şandin. Jinên ku li Navenda Çandê ya Mîtanî hatine ba hev,heya derengê şevê pêdiviyên ku komkirine barkirin qamyonê. Bi amede bûna , Hevseroka Şeredariya Nisêbînê Sara Kaya, Destaya Jinan û endamên Meclîsa jinan ya Şeredariya Nisêbînê qamyona alîkariyê ji deriyê sînor yê Nisêbînê berbi bajêra Qamişlo ve hate rêkirin.
Hevseroka Şeredariya Nisêbînê Sara Kaya banga alîkariyê kir û got: "Ji ber demsal zivistanê em cardin bang li gelê xwe dikin, pêdivî bi cilên situr yên zarokan û sobayan heye. Emê jî wek Destaya jinan xebatê komkirina pêdivîyan bidomînin."
(rt/zt)

