Kobaniyê bi giranî birîndar bûye hate binçavkirin
17:14
JINHA
RIHA - 2 kesên di berxwedana Kobanê de birîndar bûn û bi riyên fermî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin hûndir û bi 2 refakatçî û rêveberê DBP'ê yê bajar ve bi hinceta "talukeye" hatin binçavkirin. Dema Şêx Nebî yê ku rewşa wî giran bi sedyeyê ji nexweşxaneyê derxistin û binçavkirin bû sedema bertekan.
Şêx Nebî û Mihemedî Evdî ên ku di berxwedana Kobanê de birîndarbûn û bi qeydên AFAD'ê bi riyên fermî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê anîn Pirsûsê û pişt re sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê ji aliyê polîsan ve bi hinceta "taluke ne" hatin binçavkirin. Bi 2 birîndaran re du xizmên wan ên refakatvan û rêveberê DBP'ê yê bajar Îsmet Bali jî bi hinceta "gumandarên maqul" hatin binçavkirin. 5 kesên jê tu bi giranî birîndar in hatin binaçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.
Bi sedyeyê hate binçavkirin
Xizmên Şêx Nebî yê birîndar agahiya Nebî ji ber nedikarî bimeşe bi sedyeyê derxistin û binçavkirin dan. Bijîşk anî ziman ku rewşa Nebî giran e û di mil û piyê wî de perçeyên hesin hene û divê bi lezgînî bê emeliyetkirin. Prz. Cemo Tuysuz têkildarî mijarê de agahî dan û diyar kir ku polîs bi îdîaya "taluke "û gumandarê maqul" birîndar û xizmên wan hatin binçavkirin. Cemo anî ziman ku çû midûriyeta polîsan lê polîsan destûr neda bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bike. Cemo da zanîn ku kesên bi giranî birîndar wisa binçavkirin li dijî hiqûqê ye.
Emîne Mahmut bi zora bijîşk serbest ma
Li aliyê din jina bi navê Emîne Mahmut a ku duh travmaya mêjû derbas kir û bi riyên fermî anîn nexweşxaneyê hatî binçavkirin bi hewildanên parêzer û doktoran serbest hate berdan. Emîne divê bi lezgînî ji çavê xwe bê emeliyetkirin û duh piştî nîvro sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê hatibû kirin. Ji ber ku li nexweşxaneyê beşa çav tunebû sewqî Zanîngeha Harranê hate kirin û li bendêne ku sewqî Enqere bê kirin. Bijîşkan anî ziman ku heke bi lezgînî Mahmut neyê emeliyetakirin dibe ku kor bibe.
Piştî 29'ê mijdarê zext zêdebûn
Di demên dawî de birîndarên tînin Rihayê rastî zextên polîsan tên. Piştî di 29'ê mijdarê de çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş li Deriyê Sînor ê Murştîpinarê kirin 4 birîndarên Kobanê hatibûn girtin. Hiqûqnas û xizmên birîndaran diyar kir ku di rojên dawî de birîndar û erfakatvanên wan bi hinceta "gumandarên mequl" tên binçavkirin.
(zt)
