Salên1990'an di film ê ‘Mast’ de tê zindî kirin

08:58

 


Nurcan Yalçın / JINHA


ŞIRNEX- Li Cizîrê kêşana filmê ‘Mast’ qediyaye. Film balê dikişîne ser qedexe û zoriyên salên 1990’an. Ji lîstokvanên film Fidan Yeter diyar kir ku filmê ew amade dikin zoriyên salên 1990’an vedibêje û di aliyê hestiyari de bandorek mezin ser wê kiriye.


Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê filîmê bi navê “Mast” tê amadekirin. Filmê ku kêşana wî qediyaye balê dikişîne ser berxwedana gel ya li hember polîtîkayên bişaftin û tunekirinê. Derhenêrê film Tahsin Ozmen jî da zanîn ku wî kasetên kurdiyên salên 1990’an ji kalikê xwe girtiye û çîroka Elî bûye mijara film.


‘Demboriyê ji bîr neke ku pêşeroj jî bibe’


Lîstokvan Fidan Yeter ya k udi milmê Mast de dilîze anî ziman ku ew gelek ji film bandor bûye û wiha got: “Dema kum in senaryoya film xwend  min ji bo xwe got, ‘Erê divê ez di vî filmî de bilîzim.’ Sedema wê; temenê meç î dibe bila bibe dîrokek me ya bi êş ku di binhişiya me de hatiye kolan heye. Ji ber em xwediyê demboriyek ewqas bi êşin ku carnan naxwazin bi bîra xwe bînin. Lê divê em vê baş bizanin ku heger em duh ji bîr bikin, sibê jî nabe. Ango demboriya xwe ji bîr neke ku pêşeroj jî bibe. Erê carnan em naxwazin demboriya xwe bibîra xwe bînin, ji ber demboriya me ji êş, jan û mirinan dagirtiye.”


‘Li Cizîrê kêşana film xwediyê tayîbetiyek cudaye’


Fidan bilêv kir ku kolanên Cizîrê ji bo wê xwediyê wateyek cudane û wiha domand: “Li Cizîrê kêşana vî filmî xwediyê wate û tayîbetiyek cudaye. Her kolanên ku em dikevinê xwediyê wateyek cudaye. Gelek bedel hatine dayîn û gelek êş hatine jiyan kirine. Mirovan li hemberî hemû zilmê serî netewand, berxwedanek bêhempa nîşan dan û bedelên giran dane. Heger me karibin ji bo nirxên xwe karekê bikin ji bom e şanaziyeke.”


Fidan sipasiya hemû kesên kedan wan di vê xebatê de bûne kir û destnîşan kir ku dê karê zêdetir baş bikin.


(zt)