Berxwedêrên Kobanê: Kobanê ji çeteyan re dibe gor
10:46
JINHA
RIHA - Berxwedêrên di têkoşîna mirovahiyê ya li Kobanê de cih girtin û ji ber birîndar bûn hatin cem malbatên xwe yên li Pirsûsê, li benda vegerê ne. Berxwedêr dibêjin, "Têkoşîna me ya rûmetê wê di demeke nêz de bi serketinê bi encam bibe. Ew der ji çeteyan re dibe gor."
Bi kurê xwe re tevlî berxwedanê bû
Fewaz Hecîm, ku piştî hevjîn û 5 zarokên xwe derbasî Pirsûsê kir bi kurê xwe Mûhammed Hecîm re vegeriya Kobanê, li pişt eniyê tevlî berxwedanê bû. Fewaz got, "Dema çeteyên DAIŞ'ê hatin, me malbata xwe, zarokên xwe, extiyarên xwe anîn ser sînor û ew derbasî Pirsûsê kirin. Piştre jî bi kurê xwe Mûhammed re em vegeriyan Kobanê. Wesayîta min hebû. Bi wesayîta xwe re li pişt eniyê tevlî berxwedanê bûm. Min pêwîstiyên şervanan dibir û dianî. Di çûn û hatina wan de dibûm alîkar."
'Êdî niarin cenazeyên xwe jî bigirin û direvin'
Fewaz der barê rewşa dawî ya li Kobanê de got, "Li Kobanê rewş gelekî baş e. Di demeke gelekÎ nêz de wê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê bê paqijkirin. Ev biryardarî û berxwedan heye." Fewaz ragihand ku bi saya berxwedna dîrokî ya YPG û YPJ'yiyan Kobanê radestî çeteyan nehatiye kirin û got, "Eger YPG û YPJ nebûya Kobanê niha di destê çeteyan de bû, lê YPG û YPJ li ber xwe dan. Me li Kobanê gora çeteyan koland. Mirovan dixapînin, direvînin, tînin wan tevlî şer dikin. Êdî nikarin cenazeyên xwe jî bigirin û direvin."
'Em dê Kobanê ji nû ve ava bikin'
Fewaz anî ziman ku ew vê carê dixwaze bi malbata xwe re vegere Kobanê û got, "Di demeke gelekî nêz de wê Kobanê bi temamî ji çeteyan bê paqijkirin û hêvîdarim ku vê carê ez ê bi malbata xwe re vegerim. Em ê Kobanê ji nû ve ava bikin û ji berê xweşiktir bikin." Fewaz da xuyakirin ku kurê wî Mûhammed jî hînê li Kobanê di nava berxwedanê de ye.
Ji ber birîndarbûnê hat
Îbrahîm Bozan ê ji ber tedawî bû hat Pirsûsê ku were tedawîkirin anî ziman, ku li eniyê pêşketinên girîng hene. Îbrahîm got, "Niha li benda rehetbûnê me, di demeke kurt de ez ê li Kobanê vegerim. Niha li wir birayê min Osman, birazên min Mûstafa û Welat li eniya şer cihê xwe digirin. DAIŞ difikirî ku dikare xaka me dagir bike, lê ne DAIŞ ne jî hêzeke din nikare xaka me dagir bike, em ê destûra vê nedin. Em ê êdî serê xwe li pêşiya kesî netewînin. DAIŞ, ji ber ku li pêşberî berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê nizane çi bike, bi êrîşên xwekujî êrîş dike. Li hemberî koma me ya ji 10 kesî, komeke çeteyan a ji 200 kesî şer dike. Gelek ciwanên leheng ên Kurd şehîd ketin, lê bi sedan şervanên leheng jî niha li Kobanê şer dikin. Kobanê li gel taybetmendiya xwe ya sîstema demokratîk, her wiha bajarekî xwedî dîrokeke mezin e. Haya me hemûyan jê hebû, me dizanîbû ku hêzên derve wê li gorî encamên çeteyan nêzî Kobanê bibin. Nedibû ku em winda bikin yan jî bajêr biterikînin. Niha pêwîstiya yekane ya Kobanê alîkariya însanî ye. Bi vekirina korîdora alîkariyê re wê bajarê veguheriye xirbe ji nû ve bê avakirin."
(zt)

