Kanî: Rojava nas bikin ji Kobanê re korîdorê vekin
10:55
JINHA
RIHA - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku divê hikûmeta AKP'ê pergala gelê kurd li Rojava înşa kir nas bike û demildest ji Kobanê re korîdora mirovahiyê vebike. Kanî anî ziman ku weke DÎSK di mijara alîkariyên mirovahiyê de dê xebatên xwe bidomînin.
Berxwedana li Kobanê ya li dijî êrîşên DAIŞ'ê ket roja 94. Hem ji ber êrîşên çeteyan hem jî ji ber mercê zivistanê, ji bo tedarikkirina pêwîstiyên sîvîlên li Kobanê vekirina korîdoreke însanî veguheriyeke rewşeke çarenîn. Tevî gelek bangên ji bo vekirina korîdorê jî, hikûmeta AKP'ê di vî warî de ti gav neavêtiye. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko yê bi nûnerên mezintirîn sendîkayên Ewropayê RMT û ETF hat ser sînor, der barê berxwedana dîrokî ya li Kobanê û vekirina korîdora însanî de nêrînên xwe parve kir.
'Plansaziya modela xweseriyê bixeniqînin heye'
Kanî diyar kir ku li pişt êrîşên çeteyên DAIŞ'ê emperyalîzma DYA, welatên pê re tevdigerin û hikûmeta AKP'ê hene û destnîşan kir, ku armanca bingehîn a êrîşên li hemberî Kobanê jî, nêrîna fetisandina modela rêveberiya cewherî ya li Kobanê ye. Kanî da zanîn ku hikûmeta AKP'ê naxwaze bi gelê Rojava yê xwedî modeleke demokratîk bibe cîran û destnîşan kir ku ev modela demokratîk a gelê Rojava wê li ser piyan bimîne û ew ê jî li cem gelê Rojava bin.
'Ji bo alîkariya însanî çi ji destê me bê em dê bikin'
Kanî da zanîn ku ji dema destpêkirina berxwedana Kobanê û vir ve ew hatine ser sînor, wan hin serdan kirine û anî ziman ku di van serdanan de wan bi mirovên ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji Kobanê koç kirine û Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyan neçar mane cih û warên xwe biterikîne re hevdîtin kirine. Kanî da xuyakirin ku wan çavdêrî û tespîtên xwe di civînên sendîkayên navneteweyî de anîne ziman û bi raporekê pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kirine û diyar kir ku ji bo alîkariya însanî ew ê xebatên xwe dewam bikin.
'Rojava nas bikin û korîdorê vekin'
Kanî ragihand ku li gel bangên ji bo vekirina korîdora însanî hînê gavek nehatiye avêtin û destnîşan kir ku divê hikûmeta AKP'ê beriya her tiştî Rojava nas bike û dest ji hewldanên xwe yên ji bo fetisandina şoreşa Rojava berde.
'AKP aliyaran jî nagihînê'
Kanî destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê alîkariyan ji welatiyên ji Kobanê re hatin jî nake û li gorî lêkolînên kirin ji Suriyeyê 3 hezar kes koçber bûn û welatiyên Ewropa berê 200 hezar dola poşt re jî 187 mîlyon Euro telîsmî hikûmetê kir lê tu alîkarî nedan Kobaniyan.
(zt)

