Li Amedê polîsan zarokek qetilkir

11:03

JINHA


AMED - Li navçeya Surê ya Amedê polîsan zarokê bi navê Kadîr Çakmak (16) qetil kirin.

Şevê din li navçeya Surê ya Amedê polîsan zarokê bi navê Kadîr Çakmak ê 16 salî bi 3 guleyan qetil kir. Li gorî agahiyan ciwanan şevê li derdora Yogur Pazari çalakî li dar xistin û polîsan bi çekan êrîş li ciwanan kir. Di wê demê de zarokê bi navê Kadîr Çakmak ê 16 salî dema berê xwe dida polîsan du gule ji serî wî ketin û pişt re guleyek jî li singê wî ket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku cenazeyê Kadîr ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û li benda dozger in.

(zt)