Çavkaniya hunera kurdî Ayşe Şan
11:21
Şêrîn Hiso / JINHA
AMED - Bi mebesta 18’emîn salvegera Ayşe Şan konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amadê şevek bîranînê amade dike. Keça Ayşe Şan ya bi navê Yasemîn Şan di şeva bîranînê de dê 2 sitranên dayîka xwe bistre. Yasmîn diyar kir ku diya wê ji bo diya wê êşên civaka kut ê de dijî bi dengbêjiyê bîne ziman gelek ked daye û wiha got: “Dayîka min jinek têkoşer bû. Têkoşînek mezin li hemberî civaka ku hunera jinan nedipejirand pêk anî.”
Di dîroka hunera nivîskiya kurdî de Ayşe Şan yekem jina hunermend ya kurde. Ayşe Şan di sala 1938'an de li bajarê Amedê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ayşe Şan hem weke jinek kurd û di heman demê de wek hunermendek jin di tevayî jiyana xwe de gelek zorî kişand. Yek ji zoriyên jiyana wê jî ji ber civaka ku têde jiyan dikir wê weke hunermend ne dipejirand bû. Ji bo ku Ayşe Şan wî dengê xwe yê delal bide jiyan kirin gelek li ber xwe daye. Ayşe Şan êşa gelê kurd bi dengbêjiya xwe aniye ziman. Tevayî jiyana wê di koçberiyê de derbasbûye. Lig elek cihên weke Dîlok, Setnbol, Elmanya, Bexda, Hewlêr jiyan kiriye. Herî dawî jî di 18’ê Kanûna sala 1996’an de ji ber nexweşiya penceşêrê li Îzmîrê çû ser dilovaniya xwe. Dema ku Eyşe Şan çavên xwe li jiyanê girt 58 salî bû. Dema ku Ayşe Şan pir nexweş bûye wesyet kiriye dema ew jiyana xwe ji destbide wê li Amedê veşêre. Ayşe Şan bi navên weke Ayşana Kurd, Ayşe Xan, Ayşana Elî dihat nasîn. Ayşe Şan gelek sitiranên xwe û dengê xwe yê zelal cihek gelek giring di çanda kurdî de girtiye. Herî zêde jî bi sitiranên weke Qederê û Dayîkê di çanda kurdî de gihaye zîrveyek bilind. Keça Ayşe Şan Yasemîn Şan girêdayî jiyana diya xwe û girêdana wê ya bi muzîkê ve nirxandinên giring kir.
‘Ayşe Şan din ava çanda kurdiya dengbêjiyê de çavên xwe li jiyanê vekiriye’
Bavê Ayşe Şan jî dengbêj bû, ji ber vê yekê Ayşe Şan di temenê biçûk de hezkirinek mezin ji mûzîkê re nîşan da. Ayşe Şan wek jinek dengbêj di nava civaka xwe de ne hat pejirandiin ji ber wê jî dûrî malbata xwe ket û berê xwe da Dîlkê. Li Dîlokê gavên yekem ber bi jiyana xwe ya hunerî ve avêt. Ayşe Şan piştî ku di radioyê de bi kurdî stran got vêvarê jî rastî zordariya hikûmeta tirk hat. Di sala 1963’yan de derbazî Navenda Çand û hunerê ya Stenbolê bû û li wir kaseta xwe ya yekem tomar kir. Ayşe Şan bi vê kasêta xwe ya bi nav û deng, dengê xwe gihand hemû muzîk hezan.
‘Diya min ji bo dengbêjiyê malbata xwe terikand’
Keça Eyşe Şan Yasemîn Şan anî ziman ku ji ber fewdaltiya civakê wan gelek zorî kişandine. Yasmîn destînaş kir ku dema we 3 mehî bû dayîka wê û bavê wê ji hev cûda bûn. Yasemîn bi lêv kir ku bavê wê di 12 saliya wê de wê bi zorê ji dayîka wê stand û zewicand. Yasmîn diyar kir ku helwesta civakê ya li dijî huner û derketina jinan bû sedema Ayşe Şan malbata xwe wenda bike û wiha pêde çû: “Dayîka min rastî tundiyek civakî mezin dihat. Gihişt asta ku malbata xwe winda bike û zarokên wê ji wê bên stendin. Bavê min min bi zorê zewicand. Ji ber ez 12 salî bûm diya min li hemberî zewaca min derket. Dema ku dayîka min li hemberî zewaca min derket bavê min bi kuştinê gef li diya min xwar.”
‘Bi îsrar xwe weke jin din ava dengbêjiyê de da pejirandin’
Yasemîn destnîşan kir ku dayîka wê Eyşe Şan her çiqas li derve wek hunermendek xuya dikir lê ew di mala xwe de wek dayîkek kurd bi zarkên xwe re tevdilviya û wiha got: “Dayîka min weke jinek kurd ya hunermend di hunerê de li hember hemû zoriyên civakî şoreşek pêkanî. Zarokên xwe bi çanda kurdî mezin kir. Nanê sêlê xweş çêdikir. Diya min li nirxên kurdewariya kevin xwedî derdiket. Diya min dixwest ku gora wê li Amedê be lê heya niha gora wê li Îzmîrê ye û wesiyata wê ya dawî pêk nehat.”
‘Di şeva bîranînê de dê sitiranên Ayşe Şan bên sitirîn’
Orkestreya Aram Tîgran ji bo 18’emîn roja bîranîna hunermeda nemir Ayşe Şan xebatên amadekariya şeva bîranînê kir. Di şeva bîranînê ya dê 18’ê Kanûnê bê li darxistin de dê 12 stranên Ayşe Şan jî bên gotin. Keça Ayşe Şan Yasemîn dê di şeva bîranînê de 2 sitranên dayîka xwe bêje. Herwiha hunermed Ayfer Duzdaş û Devrîm Demîr jî dê sitrasnên Ayşe Şan bêjin.
(şh/zt)

