Jin di konbajarna de bi ruhê YPJ'ê xwe bi rêxistin dikin

11:27

 


JINHA


RIHA - Jinên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin tehliyekirin û hatine Pirsûsê ji bo rêxistinkirina xwe xurtir bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin meclisên jinan ava dikin. Hevseroka Meclisa Edalet û Hiquqê ya Kantona Kobanê Feyziye Abdî diyar kir ku ew ê di konbajaran de bi xebatên meclisbûyînê jiyanê ji nû ve bi afirînin û wiha got: "Jin her qada ku biçê dê berxwedana jinên YPJ'ê bingeh bigirin û serbikevin."

Berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ket roja xwe ya 94'emîn de. Piştî êrîşên çeteyan bi hezaran welatiyên sivîl ji Kobanê hatin tehliyekirin û li Pirsûsê di konbajaran de têkoşîna jiyanê didin. Jinên Kobanê ku her tiştên xwe hiştin hatin Pirsûsê dest bi xwe rêxistinkirinê kirin û xebatên avakirina meclisan dan despê kirin. Jinên Kobanê ku di 5 konbajaran de meclis avakirin, di van meclisan de pirsgirêkên xwe nîqaş dikin û çareser dikin. 
Hevseroka Meclisa Edalet û Hiquqê ya Kantona Kobanê Feyziye Abdî derbarê xebatên meclisan de axivî. Feyziye diyar kir ku mexdûrên şer zarok û kesên kalan, ji ber vêd wan bi hemû derfetên xwe seferberkirine , ji bo ji pirsgirêkên jinan re çareser werin kirin û rêxistinbûyîna jinê were xurtkirin wan meclis avakirine.

'Ji bo gel bi qirkirinê re rû bi rû mînin hatin tehliyekirin'

Feyziye da zanîn ku şervanên YPG/YPJ'ê ji bo sivîl zirarê ne bînin tetbîrên xwe girtine, piştî ku wan demekê di eniyan de şer kirin hatine bakurê Kurdistanê û wiha got: "Ji bo gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ne mîne hatin tehliyekirin. Gelê me yê ku li gelek cihan hatin bicihkirin biraniye xwe li 5 konbajarên Pirsûsê hatine bicihkirin. Ji bo di konbajaran de meclisên jinan werin avakirin me xebat dan despêkirin ku jin bikarin di van meclisan de pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û çareser bikin. Em di konbajarên din de jî bingehê van meclisan ava dikin. Em di konbajaran de bi meclisan jiyanek hevpar avadikin."

Bi vebûna dibistanan re derûniya zarokan hat guhertin

Feyziye bal kişand ser di konbajaran de ji bo zarokan dibistanên hatine vekirin û destnîşan kir ku ew wekî jin ji bo zarok perwedeya zarokan xebatan didin meşandin. Feyziye bi lêv kir ku ew di meclisan de giringiyê didin perwedeyan zarokan û wiha axivî: "Ji bo zarok piştgiriya derûnî bigirin û perwerdeyê bibînin jinên Kobanê berpirsyariyê digirin û xebatan didin meşandin. Li 5 konbajaran dibistan hatine vekirin û piraniya mamostayan jî hevalên me yên jinin. Piştî ku dibistan vebûn moralê zarokan baştir bûye û bi vebûna dibistanan re derûniya zarokan hat guhertin." 

Feyziye bal kişad ser rewşa 6 hezar Kobaniyên li konbajarên AFAD'ê dimînin û wiha got: "Me heta niha ji bo kesên ku di wan konbajaran de dimînin tiştek ne kiriye. Di konbajarên AFAD'ê de dibistan hene lê bi zimane dayikê perwerde nayê dayîn. Em ji bo kesên di kobjarên AFAD'ê de di nava xebatan dene. Em ê li wan konbajaran meclisên xwe avabikin, pirsgirêkên jinan nîqaş bikin û ji bo zarokan perwerdeyê bidin despêkirin. Jinên Kobanê li her cihî rihê têkoşîna şervanên YPJ'ê nîşan didin. Jinên Kobanê dê li her qadê berxweana şervanên YPJ'ê bingeh û hêz birin."

(zt)