Suheyl ê bavê 8 zarokan ji bo ‘şerefa’ xwe li eniyê ye
11:39
JINHA
RIHA -Suheyl Berkel ê bavê 8 zarokan e û zarokê wî yê herî mezin 14 salî û yê herî biçûk 15 rojî ye anîn konbajarên Pirsûsê, bi du biraziyên xwe re ji bo parastina axa xwe dîsa vegeriya Kobanê. Dayika Suheyl YPG’ê, Cemîle Elî ya 90 salî diyar kir ku berxwedana kurê wî ji bo wan şeref û rûmet e û got: “Di rojek wisa bi şeref de nedihat qebûlkirin ku ciwan li ber konan rûnin. Ji bo peywira xwe bînin cih çû."
Kobanê wek bajarekî ku gel ji bo parastina gelê xwe berdêlên mezin didin mora xwe li dîrokê da û li aliyê din jî ruhê berxwedanê yê hatiye afirandin model û hêviyê diafirîne. Bi hezaran çîrokên qehremaniyê hene û yek ji van jî çîroka Suheyl Berkel yê YPG’î ye. Suheyl bavê 8 zarokene, zarokên xwe anî Pirsûsê û bi du biraziyên xwe Suheyl û Axîn re vegeriya Kobanê.
Divê yêk li zarokan binêre
Zarokê wî yê herî mezin Mihemedê 14 saliye û yê herî biçûk jî Merwane û 15 rojî ye. Hevser û zarokên wî li konbajarê Arîn Mîrxan dimînin. Hevsera Suheyl Nuha Mîrza got ku zarokê wê yê 3 sal û nîv bê bavê xwe mezin bûye û got: “Hevserê min ji bo parastina axa xwe çû. Ez li pişt wî me. Ger zarokên min tinebûna, ez jî bi wî re diçûm. Lê divê kesek li zarokên wê binêriya.
Roj roja şerefê ye
Dayika Syheyl, Cemîle Elî ya 90 salî jî got ku kurekê wê û du heviyên wî li eniya şer in û wiha berdewam kir: “Berxwedana li Kobanê tê jiyîn rûmet û şeref e. Di rojeke wisa bi şeref de rûniştina ciwanan a li ber konan nedihat tehemûlkirin. Me heta îro ji bo azadkirina axa xwe tiştek nekir. Lê piştî şer hat ber derî ciwanên me berpirsyarî girtin. “
(zt)

