5 jê birîndar 16 Kobaniyên hatin binçavkirîn serbest berdan

11:43

JINHA


RIHA - Welatiyên di berxwedana Kobanê de birîndarbûn û bi rêyên a fermî di Deriyê Sînor yê Mûrşîtpinarê hatin Rihayê û di nexweşxanêyan de dihatin dermankirin hatibûn binçavkirin jê 5 kesên birîndar 16 welatiyên Kobanê serbest hatin berdan.

Welatiyên Kobanê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê birîndarbûn û ji bo dermankirinê bi rêya fermî ji Deriyê Sînor yê Mûrşîtpinarê hatin Rihayê duh ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ji 16 kesên hatin binçavkirin 5 kes birîndar bûn. 16 kesên li Midûriyeta Polîsan dihatin girtin di encama hewldanên parlameneterên HDP'ê de hatin serbest berdan. 

(zt)