Ji bo Kobanê silava roja 94'emîn
12:49
JINHA
RIHA - Di roja 94'emîn a berxwedana Kobanê de bi sedan kesên li noqteya sifirê ya sînor hatin ba hev bi zincîra mirovan ve careke din ji bo Kobanê silav şandin.
Zincîra mirovan a ku êdî bûye kevneşopiyek di roja 94'emîn a berxwedana Kobanê de jî berdewam kir. Bi sedan kesên ku li gundên Mehser û Misaynterê yên nobeta berxwedanê didome hatin ba hev û destên hevdu girtin û zîncira mirovan ava kirin. Apê Nemir û parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî tevli zincîra mirovan a îro bûn. Dayikên ku bi zarokên xwe yên di derguşê de jî jî beşdarî çalakiya îro bûn.
Di çalakiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û sirûda "Ey raqîb" hate xwendin, rêz hate girtin. Bi sedan kesên berê xwe dan Kobanê bi yek dengî dirûşmên "Şehîd namirin" "Bijî Serok Apo" û "Bijî YPG û YPJ" hatin berzkirin. Çalakî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû û berxwedêrên nobetê derûdor paqij kirin.
(zt)

