Jinan: Kefiyên sipî sembola aştiyê ne
08:43
JINHA
AMED – Ji Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Hanim Atli giringiya kefiyên sipi yên weke sembola aştiyê tên dîtin axivî. Hanim diyar kir ku di şeran û heta di dozên xwînê de jî kefiyên sipî xwediyê giringiyek mezinin.
“Kefiyên sipî” weke parçeyek ji çanda kurdane, heya niha weke kevneşopiyekê jin dixebitînin. Di şer û pefçunan de her dem jinên kurd weke sembola aştiyê kefiyên xwe bikar dînin. Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Hanim Atli anî ziman ku ew çanda kefiyên sipî weke kevneşopiyek civakî ji dayîk û pîrikên xwe hînbûne.
‘Di şeran de kefiyên sipî ji bo rawerstandina şer tên katanîn’
Hanim balkişand ser giringiya kefiyên sipî û wiha got: “Berê di şeran de ji bo bi dawîkirina şer dayîkên me kefiyên xwe yên sipî ji serê xwe dikirin û di avêtin navberê. Dema ku dayîkan kefiyên xwe yên sipî avêtin nava şerekê di hat wateya ew şer qediya êdî din ava her dua liyan de jî aştî pêkdihat. Em çun Enqerê me li wê kefiyên xwe yên sipî şewitandin. Ew kefiyên sipiyên ku dozên me yên xwînê dane rawestandin, lê zilma Erdogan neda sekinandin.”
‘Ji bo keriyên sipi ji bo jinên kurd giringin’
Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Gulîstan Elek jî bilêv kir ku kefiyên sipi ji bo jinên kurd xwediyê giringiyek mezinin û wiha domand: “Dayîkên aştiyê kefiyên sipi dixebitînin. Ji ber kefiyên sipi sembola aştiyê ne. Di şeran de her dem dayîkên me kefiyên xwe yên sipi avêtina navbera şer. Bi vî awayî mêran jî şer didan rawestandin.”
(zt)

