Birîndarên Kobanê: Helwesta dewleta tirk û DAIŞ'ê yek e
09:56
JINHA
RIHA - Pêla binçavkirin û girtinê ya li dijî welatiyên li Kobanê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de birîndar dibin û tên Tirkiyeyê bênavber didome. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê di 29'ê mijdarê de êrîşî Kobanê kirin pêkûtiyên li hemberî birîndarên Rojava zêde bûn, heta niha 4 Rojavayî hatin girtin. Di nava dawî de jî 20 birîndar û kesên li cem wan diman jî hatin binçavkirin. Ji bo binçavkirina welatiyên Kobanê "Gûmana maqûl" û "wekî xetere tên dîtin" hincet tên nîşandan, ji ber ku sûcdarkirineke şênber tuneye jî ev nîşan dide bingeheke hiqûqê ya operasyonan nîn e. Birînarên Kobanê diyar kirin ku helwesta Tirkiyeyê û DAIŞ'ê yek e û bi heman hişmendiyê tevdigerin.
Pêla binçavkirin û girtinê ya li dijî welatiyên li Kobanê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de birîndar dibin û tên Tirkiyeyê bênavber didome. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê di 29'ê mijdarê de êrîşî Kobanê kirin pêkûtiyên li hemberî birîndarên Rojava zêde bûn, heta niha 4 Rojavayî hatin girtin. Di nava dawî de jî 20 birîndar û kesên li cem wan diman jî hatin binçavkirin. Her wiha roja borî 16 birîndar û yên wan dinêrin hati bû binçavkirin. Ji bo binçavkirina welatiyên Kobanê "Gûmana maqûl" û "wekî xetere tên dîtin" hincet tên nîşandan, ji ber ku sûcdarkirineke şenber tuneye jî ev nîşan dide bingeheke hiqûqê ya operasyonan nîn e. Welatiyên Kobanê yên birîndar Kawa Ebdulkadîr diyar kir ku di destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de bû roja 17 îlonê de birînar bû ye û bir rêya dewleta Tirkiyeyê bi awayekî qanûnî hatiye.
'Bila her kes biçin Kobanê û Kobanê ji wan çeteyên bê esîl paqij bikin!'
Kawa da zanîn ku bi embûlansa Tirkiyeyê anînin nexweşxaneya Balikligolê û wiha got: "Em hatin vê derê lê belê em nehatan dê hîn baş biba. Eziyata me ji ber polîsan kişand nema. Bi vî halê me em xistin bincavan. Hişmendî û tevgera wan wek helwesta DAIŞ'ê ye. Bijîşk ji min re got bila lingê te tev neliv e. Ez ji ber êşa lingên xweyî şikestî di naliyam. Ez du roja di nezaretê de mam û birîna min himî din xerab bû. Polîsan ji men re digot 'rehm di dilê we de tuneye' ji vê pêyva wan dujminatiya wan fahm dikir. Digotin em birîndarên DAIŞ'ê jî dermandikin. Min jî go dema ez rehet bibim ezê biçim Kobanê û li hemberî wan çeteyan welatê xwe bi parêzim. Daxwaziya min ji gelê kurd bi taybetî ciwanên Kobanê re heye. Bila her kes ji bo parastina Kobanê biçin Kobanê û Kobanê ji wan çeteyên bê esîl pakij bikin!."
'Helwesta Tirkiyeyê û DAIŞ'ê yek e'
Mahîr Celal jî nêzî mehek berî bi topa hawanê de birîndar bû bi embûlansa tirka ve hatiye û piştî anîn nexweşxanê polîsan girtiye ser mala wan û hatiye bincavkirin. Mahîr destnîşan kir ku wekî êsîr ketiye destên wan û wiha pê de çû: "Serokwezîrê dewleta Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû divê 'cîhê gelê Kobanê li ser serê min heye' qey ev pêva xwe ji bîr kiri ye. Dema hûnê me bigrin ji bo çi hûn me tînin û bi derewan divê em ê li we xwedî derbikevin? Helwesta Tirkiyeyê û DAIŞ'ê yek e. Hemû nexweşxaneyên Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê tên dermankirin. Çima wan nagrin. Her tişt li ber cavanin. Bi heman armancan tevdigerin. Êdî tu kes nikar e gelê kurd bixapinin. Em ji tu kesî natirsin. Me serî li hemberî rakiri ye. Tu kes nikar e astengiyê li hemberî vê hêzên kurd bisekinin."
'Êrîşa çeteyan de tilîka dewleta Tirkiyeyê ji heye'
Ehmed Elî ê di ê ku di encam êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya ku bi piştgiriya dewleta tirk ve di deriyê Mûrşîtpinarê de li hemberî Kobanê pêk hatibû û di encama vê êrîşa hovane de ji lingê xwe birîndar bû axivî û got ji bo tedawiyê hatiye Tirkiyeyê. Ehmed bi lêv kir ku êrîşa çeteyan de tilîka dewleta Tirkiyeyê ji heye û wiha domand: "Ew teqîna 29'ê mijdarê me di hemû dîmena de dît ku çete di bin cavderiya leşkerên tirk de êrîşî me kirin. Bi wê êrîşa de her tiş derket holê. Piştî wan êrîşan de li nexweşxaneyan jî êrîşa polîsên tirk destpêkir. Şeva borî de me bi rewşê de birin nezaretxanê û bi seaten de di bin cavan de hiştin."
'Bi şoreşa Rojava dê hemû gel azad bibin'
Omer Kadîr jî ê 2 meh û nîv berê birîndar bu ye diyar kir ku li hêladin çeteyên DAIŞ'ê êrîş dikin û ji vê hêla de alîgirin çeteyan dewleta Tirkiyeyê êrîşî wan dikin. Omer da zanî ku ev êrîşan dijî mirovahiyê ye û wiha got: "Em gelê kurd êdî rabûnin ser lingan. Bi şoreşa Rojava dê hemû gel azad bibin. Yên dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin.
'Kurê min axa xwe parasti ye'
Bavê Omer Kadîr Mihemed Îbrahîm Kadîr jî destnîşan kir ku ji ber ku em kurdin tu eziyeta me nekişand nema û wiha axivî: "Nexweşxaneyên wan ê taybet tije çeteyên DAIŞ'ê heye. Êm e ji ber ku em kurdin wek pez me davêjin kozîka û zindana. Kurê min tiştekî xerab nekiriye. Kurê min axa xwe parasti ye. Ji bo çi dewleta Tirkiyeyê alî çeteyan dik e. Çi fêda wan heye gelo? Me çi kiri ye ji wan, çima li me wiha dikin? Me axa kesî işgal nekiri ye. Em tenê welatê xwe dixwazin."
(kom/zt)

