Xebatkarên Rojnama Atilimê: Sibel şoreşgerî hînî me kir
11:05
JINHA
Dilan Karamanoglu-Oyku Dilara Keskin/JINHA
STENBOL- Hevalên Şervana MLKP’ê Sibel Bulut ya k udi berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe jidest da ser jiyan û hevaltiya wê nirxandin kirin. Ji xebatkarên Rojnama Atilimê Sonnur Saglamer diyar kir ku wê Sibel di temenê ciwan de neskiriye û wiha got: “Sibel şoreşgerî hînî me kir. Sibel j ime bawerbû ku emê vê berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Em sozê didin Sibel û hemû şerhîdan emê vê dozê berdewam bikin.”
Şervana MLKP’ê Sibel Bulut (Sarya Ozgur – Eylem Deniz) 12’ê kanûnê li Kobanê di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe jidest da. Sibel di sala 1986’an de li Dêrsimê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ji salên 2006’an heta 2009’an Gernendeya Karê nivîsan ya Rojnameya Atilimê bûye. Hevalên Sibel yên rojnameya Atilimê jiyan û kesayeta wê vegotin. Xebatkara Rojnameya Atilimê Songul Akbay da zanîn ku wê di sala 2006’an de Sibel naskiriye û got: “Heval Sibel ji Dêrsimê bû. Wê demê li Wanê Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixwend. Ji zanîngehê weke mehmur hat vêderê. Sibel şoreşgerek ciwan ya 21 salî bû. Ji jinên dêrsimê yên serhildêbû. Em bi hev re li heman malê diman. Hevale ya di malê de jî li gorî pîvanên şoreşgeriyê jiyan dikiribû.”
‘Jîr û dilê wê ji bo şoreşê lêdixist’
Songul anî ziman ku Sibel jinên kurd yên ku cihê xwe di tekoşîna azadiyê de girtine û jiyana xwe jidest dane lêkolîn dikir û wiha domand: “Her dem Bêrîtan dixwend. Dema dihat malê karê wê yê despêkê xwendinbû. Dîroka Kurdistanê lêkolîn dikir. Hemû hiş û dilê wê ji bo şoreşê lêdida. Bi rastî heval Sibel vegotin gelek zore. Em 2 sal bi hev re man û paşê ew ji rojnamê derket. Sibel kelecana çuyîna warên azad jiyan dikir.” Songul bilêv kir ku dema Sibel Gernendeya Giştiya Rojnama Atilimê bû ji bo wê gelek doz hatin vekirin û wiha berdewam kir: “Hêrsa wê ya li hember dijmin gelek zêdebû û di her firsatê de ev hêrsa xwe di anî ziman. Ew tucarî terkexem nebû. Her demê li hemberî kêmaniyan xwediyê seknek rexnekirinê bû û dema kêmaniyê xwe didît jî rexnedana wê dida. Ez gelek tuşt ji wê hîn bûm. Weke jinên şoreşger em gelek tuşt ji hev hînbûn. Ez paşê hînbûm ku ew li Rojavaye. Bi nêrîna çavên xwe weke jinek berxwedêr ya Dêrsimê xwe dida nîşandan. Wê baş hem ken û hem jî girî dizanî. Lê her dem ew hevalek me ya ruken bû.”
‘Weke jinek MLKP eyî beşdarbûna wê nava refên YPJ’ê gelek giring bû’
Xebatkara Rojnama Atilimê Semiha Şahin jî weke jinek MLKP yî cihgirtina Sibel din ava refên YPJ’ê de giring dît û wiha dom kir: “Din ava jiyana rojanede pir ji dil û pak bû. Ji xwe di roportaja wê ya li Kobanê de jî gotinên wê yên weke: ‘Şoreşa Rojava Şoreşa meye. Şoreşa jinan şoreşa min bi xweye’ gelek rastbûn. Di jiyana rojane de jî dema ku mirov lê dinêrî wê jidilbûna wê didît.”
‘Sibel tekoşîna jinan bi çalakiyan re kire yek’
Semiha bilêv kir ku Sibel tekoşînak mezin li hember hişmandiya mêran dikir û wiha pêde çu: “Heger jinek tekoşîna azadiyê dide divê wê sîtavî jiyan jî bike. Sibel bi çalakiya xwe ev danîşandan. Dema ku çu jî di tekoşîna xwe de ev yek nîşan dida. Bi rastî jî me mirovek gelek bi cesaret wendakir.”
‘Cihê min çiyaye’
Xebatkarek din ya Rojnama Atilimê Sonnur Saglamer jî destnîşan kir ku wê Sibel di temenk ciwan de naskir û wiha axivî: “Piştî xebatên xwendekaran paşê hat li gel me xebiktî. Ew hîna gelek ciwan bû û taybetiya wê ya herî berbiçav jî şareşgeriya wê bû. Dema ku tuştek rast didît heya dawiyê diparast. Ew înatcîbû dema ku karek bixwestana heya dawiyê dibir. Buyîna Gernendeya Giştiya Rojnamê weke firsatekê ji bo xwe dinirxand. Her dem digot: ‘Cihê min ne evdere çiyaye.’ Ew ji ber girtina ceza ne çu warên azad. Tenê dibe ku bûyîbe sedema lez dayîna çuna wê.”
‘Weke Gurbeteli Ersoz wê jî dilê xwe di warên azad’
Sonnur derbirî ku Sibel li gel hemû jinên dinat perçiqandin û mêtîngerkirin bû û wiha berdewam kir: “Me dizanî ku emê rojekê bêyî wê dest bi rojê bikin. Lê şopên ku wê li peyî xwe hêlayî gelek kurbûn. Hemû yên jiyana xwe ji dest didin şopên kur li peyî xwe dihêlin. Lê dema ku hevparkirin hebe zêdetir şopên kur dihêle. Sibel gelek tuşt xist nava wî temenê xwe yê ciwan.” Sonnur anî ziman ku Sibel jî weke Gurbeteli Ersoz dilê xwe da warên azad û wiha dom kir: “Ew her dem hînkerbû. Niha jî şoreşgeriyê hînî me dike. Şer, şerkirin û şihîdbûn hînî me kir. Ji bom e berpirsyariya mezin hêla. Ew emîn bû ku emê berpirsyariyê hilgirin. Em ji nû ve sozê didin hemû şehîdan emê tekoşîna wan berdewam bikin.”
(zt)

