Banga tevlîbûna panêla 'Li Rojhilata Navîn aştî û îslam' hat kirin
11:21
JINHA
AMED - Di pêşengtiya Kongreya Îslama Demokratîk de wê panêla bi navê 'Li Rojhilata Navîn aştî û Îslam' were li darxistin. Xebatkara EPİDEM'ê Şîmel Begîk,banga tevlîbûna panêla ku wê li Amedê were li darxistin kir û wiha got: 'Ez bewarim ku dê nîşanên pirsê yên di hişê herkesê de bersiva xwe li vê panêlê bigre.'
Kongreya Îslama Demokratîk (DİK) wê di 20'ê Kanûnê de panêla bi nav'Li Rojhilata Navîn aşîtî û Îslam' li darbixe. Panêl wê li Navenda Çand û Hûnerê ya Cîgerxwîn a Amedê dê were li darxistin. Dê axaftina vekirinê ji aliyê Bijîşk Fadil ve bê kirin. Modernetora panelê dê Hevseroka Şeredariya Hazro Gûler Ozavci be. Bi beştar bûna Serokê Komelaya Rîsale-i Nur Muhammed Salar,Profesorê Fekûlteya Îlahiyetê ya Zanîngeha Dîcleyê Nûretîn Turgay,Cîgirê Serokê Şaxa MAZLUMDER ya Amedê Seher Akçinar Bayar û Mele Seyfettîn dê panel bê lidarxistin.
Xebatkara Navenda Şêwirdariya Derûnasî û Perwerdeya Jinan, ya girêdayî Şeredariya Yenîşehirê ya Amedê Şîmel Begîk derbarê panêlê de axivî. Şîmel Begik bal kişand ser Îslam û aştiya rojhilata Navîn. Şîmel anî ziman ku,di keseyeta kurdan de li Rojhilata navîn şerek qirêj tê meşandin û wiha domand: "Bi şerê xwe yê kîrêt mislimantiyê şaş bi mirovan didin nasîn. Em dizanin ku di mislimantiyê de qetil kirin û zilmê li gel kirin tûneye,lê serê mirovan jêdikin. Ji ber vê yekê armanca panêla me Mislimantiya rast bi gel tane naskirine".
Banga tevlîbûna panelê li hemû welatiyan hat kirin
Şîmel da zanîn ku, mêvanên girîng beşdarî panêla ji aliyê DİK'ê ve were li darxistin dibin û wiha berdewam kir: "Pêwîste em ola mislimanti yê baş nasbikin û fêrbibin. Ji ber dijmin olê li hember me bi kartîne". Şîmel diyar kir ku,dê li ser mijarên wek mafê jinan şer û aşitiyê were giftogo kirin û wiha dawî li gotina xwe anî "Em li bendêne hemû welatî beşdarî panelê bibin. Ez bawerim dê nîşanên pirsê yên di hişê herkesê de bersiva xwe li vê panelê bibîne."
(rt/zt)

