Baroya Rihayê li dijî helwesta li hemberî birîndaran dikeve nava tevgerê
11:31
JINHA
RIHA - Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe da xuyakirin ku helwesta hêzên ewlekariyê ya li hemberî Kobaniyên birîndar ên bi rêya fermî hatine Tirkiyeyê, 'êrîşa lid ijî mafê darizandina adîl' û binpêkirina peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê îmze kirine ye û destnîşan kir, ku eger ev pêkanîn dewam bike ew ê bibin ber destê meqamên bilind û merciyên navneteweyî.
Li hemberî birîndarên Kobaniyî yên bi qeyda AFAD'ê bi awayekî fermî ji bo dermankirinê derbasî Rihayê bûn, zexta polîsan û pêla binçakirinê di hefteyên dawî de zêde bûn. Der barê mijarê de Serokê Baroya Rihayê Hîkmet Delebe destnîşan kir ku rewşa Kobaniyên birîndar li Tirkiyeyê rast tên, rewşeke bê qebûlkirin nîne.
Delebe diyar kir ku Kobaniyên bi birîndarî hatine Tirkiyeyê bi agahdariya AFAD'ê hatine û anî ziman ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî wan, ji holê rakirina mafê darizandina adîl e. Hîkmet da zanîn ku mafê tenduristiyê beriya parastinê ye û wiha got: "Di mewzûata edaletê ya ceza de jî ev bi vî rengî ye. Eger rewşa tenduristiyê ya mirovekî ne di cih de be, îfade û parastina wî piştre tê girtin. Beriya her tiştî li benda başbûna mercên tenduristiyê tê sekinandin. Lê hêzên ewlekariyê yên li Rihayê li gorî vê tevnagerin û hewl didin yekser îfadeyê bigirin. Der heqê vê de wê xebatên me hebin. Di çarçoveya giliyên tên kirin de, wê li ser bê rawestîn."
Sedema zêdebûna binçavkirinan erka 'Gumanbarê maqûl' e
Hîkmet ragihand ku ew di çarçoveya giliyên ji ber pêkanînê ketine nava tevgerê û wiha axivî: "Eger mirovekî birîndar sewkî nexweşxaneyê nayê kirin, ev yek bi zelalî binpêkirina mafê mirovan e." Hîkmet da xuyakirin ku ya tê kirin li dijî peymanên navneteweyî yên Tirkiye aliyekî wê ne û anî ziman ku eger ev pêkanîn dewam bike ew ê bibin ber destê meqamên bilind û merciyên navneteweyî.
Hîkmet balkişand ser "Gumanbarê maqûl" a bi "Qanûna Ewlekariyê" ket rojevê û wiha pê de çû: "Bi vê qanûnê re, delîlekî şênber tinebe jî wê bi gumandara maqûl li ser mirovan karibe bê gerîn. Ne pêkane ku civata hiqûqê vê qebûl bike. Bi vê gotina nedîtbar re wê mirov mexdûr bibin. Ev binpêkirina maf e."
'Dadgerî bi tememî bi alîgirî tevdigere'
Hîkmet girtina 4 Kobaniyên birîndar û xwediyê mala ew vehewandibû nirxand û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dem tê Tirkiye dibêje alîkariyê dide YPG'ê, birîndaran dermand dike. Lê belê nakokiyeke mezin li naverastê heye. Di navbera pêkanîn û gotinê de nakokiyeke mezin heye. Di vir de dadgerî bi temamî bi alîgirî tevdigere."
(zt)

