Di bin çavdêriya leşkeran de talankirina wesayîtên Kobaniyan berdewam dike
11:36
JINHA
RIHA - Wesayîtên Kobaniyan ên danîne herêma navberê ya li sînorê Tirkiyeyê, di bin çavdêriya leşkerên tirk de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve her tên dizîn. Herî dawî wesayîtên gel ên li herêma di navbera qereqolên Încîrlî û Goktepeyê ji aliyê çeteyan ve hatin talankirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî berxwedana YPG/YPJ'ê têk çûn, di demên dawî de dizî û talan zêde kirin. Çeteyên ku beriya niha li herêma navberê ya nêzî gundê Merdesimbêlê wesayîtên Kobaniyan di bin çavdêriya leşkerên tirk de didizîn, niha jî bi awayekî hêsan berê xwe dan aliyê rojava. Diziya çeteyan a di bin çavdêriya leşkeran de, ji aliyê kamerayan ve careke din hat kişandin.
'Diziya çeteyan ji aliyê qemereyan ve hate kişandin'
Çeteyên DAIŞ'ê yên bi operasyonên tîmên mobîl ên YPG'ê re derbên giran xwaribûn, êrîşî rojavayiyên li gundên Cibnê, Mişko, Kor Elî, Sêlîm, Qirran, Qerakoy, Hasmel, Çeloglû û Zaret ên li rojavayê Kobanê kiribûn, gundî jî li ser vê yekê bi wesayîtên xwe xwe li herêma navberê girtibûn. Wesayîtên Kobaniyan li herêma navberê ya di navbera qereqolên Încîrlî û Goktepe de ne. Çeteyên DAIŞ'ê wesayîtên gundiyan di bin kontrola leşkerên Tirk de dizîn û ev diziya wan ji aliyê kamerayan ve hat kişandin. Di dîmenan de xuya dike ku çete ji aliyê gundê Korogluyê tên, bi hêsanî şiba trenê derbas dikin, tên herêma li pêşberî maşînên zirxî yên leşkeriyê, di nava wesayîtan de digerin, wesayît û motorsîkletên li van deran bi hêsanî bi xwe re dibin.
Yek ji şahidan Wahît Şêxo ev tişt anî anî ziman: "Heta niha destûr nehatiye dayîn ku sivîlekî bi tenê xwe nêzî sînor bike. Lê belê çete di nava rojê de bi hêsanî li ser şiba trenê digerin, tên heta ber têlan û wesayîtên gundiyan didizin."
Wahît da zanîn, ku çeteyên DAIŞ'ê yên di operasyona YPG'ê de derbên giran xwarin, bi topên hawanê êrîşî sîvîlan dikin û 8 topên hawanê avêtin herêma wesayît lê ne. Şêxo ragihand ku ji van topan 3 jê li aliyê Tirkiyeyê ketine û leşkerên li ser sînor di wesayîtên zirxî de ne, bi tenê li rewşê temaşe dikin û got, "Dûre 4 çete ji ser gir xwe berdan jêrê, wesayîtên li herêmê jî dan ber agir."
Li Serêkaniyê jî heman tişt kiribûn
Çeteyên DAIŞ'ê li ser Serêkaniyê jî dema fêm kirin wê winda bikin, dest bi talana wesayîtan kiribûn. Çeteyên ku bi berxwedana mezin a YPG/YPJ'ê ji Serêkaniyê hatin derxistin, wesayîtên sivîlan talan kiribûn.
(zt)

