Di bereqeyê de navê hêviyê Kobanê hate dinê

11:49

 


JINHA


RIHA - Kobanê heya 4 meh berê weke navê kantonekê li Rojava dihate zanîn lê êdî dibe navê zarokên nû tê dinê. Mamosteyê kurdî yê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatî Pirsûsê Rodîn Ato di bereqeya lê dimîne zaroka xwe anî dinê û navê Kobanê lê kir.

Bi hezaran welatiyên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cihê û warê xwe terkirin û bi hatina zivistanê bi taybet zarok di nava şertên gelek zor de jiyana xwe didomînin. Tendûrîstvan hişiyariyên welatiyên Kobanê bi taybet jin, zarok, kesên pîr û jinên cuda yên li konbajaran diminin di bin rîskê de ne dikin. Welatiyên li konbajaran û brandayen de dimînin li benda agahiyeke xwe in û ligel vê yêkê jiyan bi hemû lezgîniya xwe berdewam dike.

'Navê hêviyê'

Mamosteya kurdî ya bi navê Rodîn Ato ya dema di êrîşên çeteyan de ducaniya 6 mehî bû û hate Pirsûsê di bereqeya ji brandayê çêkirin de zaroka xwe anî dinê. Rodîn diyar kir ku navê zarokê xwe yê yêkemîn "Navê hêvî û pêşerojê" Kobanê lê kir û wiha got: "Zaroka min şevê din di bereqeya me j brandayê çêkirî hate dinê. Min pêvîstî nedît biçim nexweşxaneyê. Zarokê min ê yekmîn e û ez nizanim ez dê çawa di van şertan de biparêzim."

Firaz çawa hate dinê nexweş ket

Zarokeke din a di nav şertên nebaş de hatî dinê Fîraz e. Ew jî hêj di zikê dayîka xwe de ji ber êrîşên çeteyan bajarê xwe terkir û di nav şertên nebaş de li bajareke din hate dinê. Dayîka Fîraz Nîştîman Fethî (19) diyar kir ku zarokê wê ji ber serbayê bi nexweşiyêket û wiha got: "Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê em ji gundê Xizanê hatin Pirsûsê. Lê ji ber ku em hinek dereng hatin di konbajar de me cih peyda nekir. Di brandaya me vedayî de min zarokê xwe anî dinê. Di kon de d demarên cergê zarokê min hatine girtin û doktoran ji min re got 'Heke hûn di bin naylonê de biminin divê hûn zarok bibin nexweşxaneyê' Em ji niha nizanin em dê çi bikin."

(zt)