Ji her temen, ziman û olî bo Kobanê silav
12:10
JINHA
RIHA - Di 95'emîn roja berxwedana Kobanê de li gundê Mehser û Mîsaynterê ku çalakiya nobetê didome bi sedan kes kal, pir, ji ziman û olên cuda kes hatin cem hev û berxwedan slav kirin.
Di 95'emîn roja berxwedana mezin ya şervanên YPG û YPJ'ê ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê didin de, li gundê xeta sînor yên Mehser û Miseyneterê çalakiya zincîra mirovahiyê hat avakirin û dîmenên rengîn derketin holê. Ji zarokên biçûk bigirin heta kal û pîrên 92 salî, ji şêniyên gund bigirin heta kesên ji welatên cuda hatibûn bi sedan kes tevli çalakiyê bûn.
Ji bo kesên di têkoşîn azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dqeyek rêz hat girtin û sirûda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin. bi sedan kesî bi yek dengî dirûşmeyên 'Bijî berxwedana Kobanê, bijî berwedana YPG-YPJ'ê, bijî Serok Apo' berzkirin.
Piştî çalakiyê paqijiya derdorê hat kirin.
(rt/zt)

