Çeteyan 4 gundên din jî dane kirê!

12:16

 


JINHA


RIHA - Çeteyên DAIŞ’ê kirêkirina erdên Kurdan didomîne. Berê erdê 6 gundî ji bo çandiniyê bi 25 hezar lîrayê Suriyê dan Ereban û herî dawî erdên 4 gundên din jî danê. Gundiyên ku erdê wan bi kirê hat dayîn bang li cîranên xwe yên ereb kirin û gotin: “Piştî dagirkeriyê wê çete biçin, lê em û ereban wê cîran bimînin. Neyên vê lîstikê.

Çeteyên ku hinek gund firotin û erdên wan kirê dan ereban herî dwî li peravê çemê Firat jî erdên çar gundan dan kirê. Li gundê Qasimî, Elecax, Qinê û Plîng erdên avî dane gundiyên Ereb. Her wiha tovên wan jî ji embarên gundiyan derxistine. Serî donimê bi 50 lîrayê Suriyeyê tê dayîn.

Neyên lîstikê

Welatiyê bi navê Berkî Suleyman ku hîn kir ku erdên wî bi kirê hatine dayîn got: “DAIŞ dixwaze di navbera Ereb û Kurdna de şer derxîne. Ez bang li cîranên xwe yên ereb dikim. Ew piştî dagirkirinê wê biçin. Lê em ê cîranên hev bimînin. Neyên vê lîstikê. Nîvê gundên kurdan yên ereban e. Em heta niha wek bira dijiyan. YPG’ê em hemû diparastin, edelet anîbû.”

'Wan çand em jî dê zeviyên xwe rabikin'

Elî Elo jî got erdên wan erdê gelek bi danene û got: “Em li bende roja têkçûna çeteyane. DAIŞ’ê erdê me dane ereban. Niha genim çandine. Her kes ji vê rewşê nerehete. DAIŞ’ê îxanetê me kir. emrê DAIŞ’ê li Kobanê çend mehe. Erdên me yên hatine çandin em ê zeviyên xwe bigirin.”

Mahmut Şerîf jî got axa wan dane Ereban û got piştî çete here ew wê mesrefa cîranên xwe bidinê û got: “Armanc wêrankirine. Çûne ji embarên me tov girtine. Dawiya çeteyê DAIŞ’ê kêm maye. Ev çar sal bû me Ereb diparastin. Me şans dayê. Lê niha bi vetvayên DAIŞ’ê bawer dikin.”

(zt)