Derket holê jina li Stenbolê windabûyî hatiye tecewiz kirin

12:37

JINHA


STENBOL - Derket holê  jina 24 salî A.G ya ku ji walatê Moldovayê ye û li Stenbolê winda bibû û berî 2 rojan hate dîtin,gelek car rastî tecevûzê hatiye.


A.G ya 24 salî bi armanca ziyaret kirina dayika xwe ya ku li Stenbolê dijî, ji Moldovayê hatibû Stenbolê.Roja yekşemê ya 7'ê kanûnê piştî ku winda bibû,dayika A.G serî lêdana windabûna wê kir. Di encama lêkolînê de A.G hate dîtin û ji bo tedewiyê rakirin Nexweşxanê. Bijîşk jî di derbara rewşa A.G'e de da zanîn ku,A.G  gelek caran rastî tecevûzê hatiye. Dayika wê jî diyar kir ku keça wê A.G jî jêre gotiye "Min tecevûz kirine."


Ekîbên Bûro ya Asayîşê derbarê mijarê de lêkolînê dewam dikim.


(rt/zt)