Li Nisêbînê bi navê Hêlîn Bagok hezara şitil hatin çandin
13:15
JINHA
MÊRDÎN – Li Nisêbînê jinan li herêma Nêrgiz ya Çiyayê Gêrê hezar şitil çandin. Jinan navê Şervana YPJ’ê Hanife Gungor (Hêlîn Bagok) ya di 28’ê Îlonê de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî li herêma kuş itil lê çandin kirin.
Ji aliyê Mudurtiya Park û Baxçeyan ya Şaredariya Nisêbînê ve herêma ji boş itilan hatî avakirin, armanc tê kirin ku 115 hezar şitilan biçînin. Projeya wan bi navê kampanyeya “her mirovek şitlek” li herêma Nêrgiz ya Çiyayê Gêrê hatiye despêkirin. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, jinên Meclisa Şaredariyê, jinên Desteya Şaredarî, jinên kooperatîfan jî dinavê de gelek jin beşdarî xebatên çandina şitlan bûn. Jinan hezar şitlên li gorî demsala herêmê çandin. Piştî çandina şitlan Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya axavî û diyar kir ku wan bi duruşma “Emê Av, ax û Hewaya xwe bikin komun û Jiyana Azad Avabikin” dest bi çandina daran kirine.
Sara balkişand ser giringiya xebatên xwe yên çandina şitilan û wiha domand: “Li cihê ku em niha şitilan lê diçînin berê hatiye qetilkirin. Emê jî cardin şitilan biçînin û herêmê zindî bikin. Emê heya bi qasî şêniya Nisêbînê çandina şitilan berdewam bikin. Armanca me ya vê projeyê cardin gihiştina xweza, ekolojî û herêmên xwene.”
Her wiha Sara anî ziman ku wan navê Şervana YPJ’ê Hanife Gungor (Hêlîn Bagok) ya ji Nisêbînê û di 28’ê Îlonê de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest daye li herêma şitil lê tên çandin kirine.
(zt)

