Li Rihayê 10 kes hatin binçavkirin
13:43
JINHA
RIHA - Li ser riya bejayî ya Riha û Dîlokê leşkeran minîbûsek rawestand û 10 kes binçavkirin.
Li gorî agahiyan şevê din li semta Herêma Sanayî ya Organîze ya li ser riya bejayî ya Riha û Dîlokê yekîneyên leşkeran bi hinceta "gumandar e" wesayîtek rawestand. Di wesayîtê de 8 welatiyên tirk, yek Kobanê û yek jî ji Herêma Federal a Kurdistanê 10 kes binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar. 10 kesên bi navê M.E.U., T.P., R.E., O.T., A.Y.,A.Ç., M.A., M.K., T.H. û M.A. piştî kontrola tendûrîstî sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin.
Derbarê sedema binçavkirinê ji parêzeran re tu agahî nehatin dayîn. Di hinek weşanên çapemeniyê de kesn hatin binçavkirin bi îdîaya "endamên PKK û KCK'ê ne" û "bi nasnameyên sexte ji bo li Kobanê şer bikin çûn" hatin weşandin.
(zt)
