Li Mala Piştevaniya Perwerdê ji jinan re qûrsa kompîturê tê dayîn
14:14
JINHA
AMED - Li Mala Piştevaniya Perwerdê ya Şaredariya Rezan, ji jinên ser temenê 14 salî re qûrsa kompîturê tê dayîn. 23 xwendekar ji bo qûrsê serî lêdan kirine.
Mala Piştevanya Perwerdê ya ku xebatê xwe di binya Şaredariya Rezan de dimeşîne, perwerdeya qûrsa komputîrê ya bi temînata îstîhdamê dide jinan. Qûrsa ku wê 3'ê mehan dewam bike, 23'ê jinên ku temenê wan ser 14'e serî li perwerdê dan. Li Mala Piştevaniya Perwerdê her sal ji sedan kesî re dersê zimanê kurdî,wêne,zeyendiya civakî û Ekolojî tên dayîn. Lê vê salê dê ji bo Xendekarên jin yên ji zanîngehê mezûnbûyî, dê perwerdeya qûrsê kompîturê ya bi temînata îstîhdamê were dayîn.
Bo zarokan qûrsa satrancê
Li gel vê yekê li Mala Piştevaniya Perwerdê ji bo zarokên temenê wan di navbera 9-14'de jî ji bo pêşketina tekoşîna hişmendiyê qûrsa satrancê despêdike. Qûrsa ku wê 6 mehan dewam bike 24 xwendevan beşdar dibin. Di turnuvaya satranca ya herêmî de zarokên ku ji qûrsa Mala Piştevaniya Perwerdê ders dîtibû û di turnuveyê de cih girtibûn 2 şampiyon bi dest xistibûn û dê ev herdû şampiyon li qûlibeya satrancê ya Şeredariya Mezin de cih biger.
(rt/zt)

