Banga zêdetir xwedîderketina li Zeynep Celaliyan
15:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxuyaniyekê CENÎ, banga xwedîderketina li kampanya ji bo azadiya Zeynep Celaliyan a li Îranê girtî ye, kir.
Buroya Aştiyê ya Jina Kurd (CENÎ) ji bo Zeynep Celaliyan a li Îranê tê girtin û ji ber îşkenceya lê hatiye kirin pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê lê hatiye der û nayê dermankirin, banga xwedîderketina li kampanya ji bo azadiya Zeynep kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kir, ku zext û êrîşa bêperwa ya rejîma Îranê ya li hemberî girtiyên Kurd roj bi roj zêde dibin û got, "Em bang li tevahiya mirovahiyê dikin ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya 29 roj in li Girtîgeha Urmiyê ji aliyê girtiyên Kurd ve tê meşandin."
Di daxuyaniyê de ragihand ku zextên rejîma Îranê yên li hemberî gelan nayê qebûlkirin û da xuyakirin ku zêdebûna darvekirinan, şerm û neheqiya li hemberî mirovahiyê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku recimkirin û bi destavêtinê re darvekirina jinan nîşaneya dijminatiya rejîma Îranê ya li hemberî jinê ye, ku nikare xwe li vîna jinê rabigire. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Şîrîn Elemhûlî ya di 9'ê Gulana 2010'an de hat darvekirin, li dû Leyla Qasim duyemîn jina Kurd de ku hatiye darvekirin.
Daxuyanî her wiha Reyhanan Jabbarî ya yê destavêt wê ceza kir û jineke din a duh hatiye darvekirin bibîr xist û ev yek destnîşan kir: "Yek ji van mînakan jî Zeynep Celaliyan e, ku di sala 2008'an de li herêma Kirmanşah a Îranê hat girtin, piştî dadgeha çend deqeyan cezayê darvekirinê lê hat birîn û dûre cezayê wê veguherandine ragirtina bêdawî. Zeynep Celaliyan, li girtîgeha lê tê ragirtin, nayê dermankirin. Ji ber îşkenceya lê hat kirin, çavê wê nabîne û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê der bûne. Tevî hemû serlêdanan jî rêveberiya girtîgehê wê sewkî nexweşxaneyê nake." Di daxuyaniyê de bang kir ku têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan, ji bo azadiya girtiyên jin û bi hezaran girtiyên siyasî yên li zîndanên Îranê, bên berfirehkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Zeynep Celaliyan a bi sekna xwe ya li dijî îşkence û zextê, dilsoziya nasnameya jina azad îfade dike, rewşa tenduristiya wê her diçe nebaş dibe û hat gotin, "Her du çavên wê jî bi korbûnê re rû bi rû ye." Hat diyarkirin ku ji bo başkirina mercên tenduristiyê yên Celaliyan, di serî de Neteweyên Yekbûyî li saziyên mîna CPT hewl hatine destpêkirin.
CENÎ û Nûneriya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd bang li rêxistinên jinan ên li cîhanê, saziyên jinan ên demokratîk û kesayetan kirin, ku ji bo başkirina mercên tenduristiyê yên Zeynep Celaliyan û azadiya wê, bi xurtî tevlî kampanyayê bibin.
(zt)

