Çeteyên DAIŞ'ê gundê Pirsusê gulebaran kir kesek bi giranî birîndar kir
15:36
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîta doçka li ser gundê Perepere yê Pirsûsê yê li ser sînor 2 seatan gulebaran kir. Di encama gulebarana çeteyan de gund vegeriya xerabeyê û welatiyê Kobanê yê bi navê Îslîm Muso bi giranî birîndar bû. Piştî çeteyan êrîş li gund kir leşkerên tirk jî reviyan qereqolê. Çete hêj jî bi çekên berê wan dane gund disekinin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li gundikê Heyho yê gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê dimîne hatin li aliyê sînorê Tirkiyeyê li ber riya hestin bi doçkaya gundê Perepere yê Pirsûsê gulebaran kirin. Di encama gulebaran çeteyan a du seatan de welatiyê Kobanê yê bi navê Îslîm Muso yê 30 salî bi giranî birîndar bû.
Îslaîm Muso bi giranî birîndar bû
Îsmaîl yê bi giranî birîndarbûyî piştî çeteyan gulebarandin rawesatandin ji aliyê gundiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Hate zanîn ku Îsmaîl ji ber êrîşên çeteyên ên li Kobanê hatibû gundê Perepere. Piştî mudaxeleya yekemîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Îsmaîl sewqî Rihayê hate kirin.
Leşker reviyan qereqolê
Welatiyên gund diyar kirin ku gulebarankirin 2 seatan berdewam kir û leşkerên li sînor jî reviyan çûn qereqola li gundê Oganê. Welatiyan anî ziman ku wan agahî dan leşkeran û leşker bi wan keniya û ji wan re gotin, "Em tiştek nakin xwe biparêzin."
Li gund mala gule lêneketî neman
Li gundê Perepere ji ber êrîşa çeteyan hemû mala hatin gulebarankirin û tu mala gule leneketî nema û welatiyên gund xwe avêtin erdê û xwe ji guleyan parast. Hêj leşker neçûne gund.
Li aliyê din çeteyên DAIŞ'ê bu çekên berê wan dan gund hêj disekinin.
(zt)

