Li Mûşê tûndiya mêran

17:14

 


JINHA


MÛŞ - Mêrê bi navê Servet Îpek, bi bivirê tûndiyê li hember hevjîna xwe Sebra Îpek pêkanî. Sebra ya ku bi giranî birîndar bibû ew rakirin Nexweşxanê û hat zanîn ku tehlûkeya jiyanî heye.


Li taxa Zafer ya Mûşê, Servet Îpek tûndî li hevjîna xwe Sebra Îpek ya (50) kir û ew bi giranî birîndar kir. Li gorî agahiyan,bûyer şevê din saet 23.00’an de pêkhat. Li ser agahiya cîranan ekîbên polîs û yên tendurustiyê hatin cihê bûyerê. Piştî lêkolîna ekîbên tendirustiyê hat diyar kirin ku Sebra bi bivir an bi satorê ji serê xwe hatiye darb kirin. Sebra ji bo tedewiyê bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn ya Zanîngeha Firatê ya Elazigê. Hat hînbûn ku tehlûke li ser jiyana Sebra heye û Servet Îpek jî ne hatiye bin çavkirin.


Derbarê bûyerê de lêkolîn hate despêkirin.


(rt/zt)