Kaniyên Ewêna hîna ji bo ekolojiyê diherikin

09:21

 


Şêrîn Hiso – Nûrcan Yalçin / JINHA


MÊRDÎN –  Li Ewêna kevneşopiya kaniya jinan, kaniya feqîran û kaniya mêran nîşaneya yekgirtin û jiyana komînal ya herêmê nîşan dide. Her yek ji van kaniyan xwediyê dîrokek kevnare û xwediyê çîrokên cuda yên li ser hatîn jiyan kirinin.


Li ajarokê  Ewêna  yê girêdayî navçeya Sitewrê a Mêrdînê 3 kaniyên avê hene. Ew 3 kaniyên avê ji bo di dîroka wê erdnîgariyê de xwediyê cihên giringin. Her yek ji wan kaniyan navek lê hatine kirin. Navên kaniyan taybetmendiya kaniyan dide nîşan. Yek ji wan kaniyan,  navê kaniya jinan lê hatiye kirin, ji ber ku jin her roj dora wê kaniyê diciviyan û karên xwe yê rojane dikirin. Her sal bi hezaran kes  tên serdana  wan kaniyan.  Herî zêde gel serdana kaniya Feqîra dikin. Kaniya Feqîran wek kaniyek pîroz hatiye pejrandin û di heman demê de di kaniya feqîran de masî hene.  Kaniya feqîran hinek din fireh weke golek biçuk li ber hatiye çêkirin û di wê gola biçuk de masî hene. Masiyên di golê de dijîn, nayên xwarin.  Welatiyên Ewîna, dîdarên ku ji bo dîtina kaniyê tên wan agahdar dikin ku masiyan ji kaniyê negirin, ji ber masiyên kaniyê nayên xwarin û wiha dibêjin: “Kesên ku masiyên kaniya Feqîran ji kaniyê derxin û wan bixun, dê hawarek bi serê wan de were.” Dayîka 67 salî  Hediya Sevîm ya ku  li Ewêna hatiye dinê û heya niha li gund dimîne dîroka wan kaniyan û demên welatiyên derdorê wan kaniyan ser diciviyan vedibêje.


‘Em wan rojên me demên xwe ser kaniyê derbas dikir ji bîr nakin’


 Hediye Sevîm  destnîşan kir ku jinên Ewêna ser wan kaniyan  rojên gelek xweş derbas kirine. Dayîka Hediya anî ziman ku ew gelek caran li ser wan kaniyan rudinin demên gelek xweş bi hev re derbas dikin  û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Di Salên bûrî de jinên gunde her roj dora kaniya Jinan ya Ewêna diciviyan. Jinan ava kaniyê ser tifikan gerim dikirin, serê xwe û serê zarokên xwe bi ava kaniyê dişûştin. Dema ez biçûk bûm keziyên  min pir dirêjbûn û şûştina serê min ser kaniyê zehmet bû. Her cara ku dayika min serê min ser kaniyê ne dişûşt ez digriyam. Wan rojên xweş ez qet ji bîr nakim.”


‘Maderniteya kaputalîst mirov ji xwezayê qetandine’


Dayîka Hediye bi lêv kir ku piştî moderniteya kaputalîzim kete nava jiyanê mirov ji xwezayê dûr ketin û wiha got : “Dema ku madernîteya kaputalîst derbasî  jiyana me bû em nema xwe wek berê bi xwezayê ve girêdayî dibînin. Dema ku mirov bi xwezayê re jiyana xwe dide meşandin, ew rastî pirsgirêkên tendirûstî nayên. Lê rojên çûn nayên dubarekirin. Ez bi hêvîme ku nifşên nû kevneşopiya xwe ji bîr nekin. Li xweza û dîroka xwe xwedî derkevin.”


‘Kaniya Feqîran, kaniyek pîroz e’


Dayîka Hediye ser kaniya Feqîran jî  axivî û destnîşan kir ku ew kaniya Feqîran weke kaniyek pîroz hatiye pejirandin û wiha pêde çû: “Di demsalên buhar û havînan de, rewşa hewayê derdora kaniyan pir xweşe,  bi sedan kes tên dora kaniyên Ewêna ji bo dîtina xemla xwezaya wan deveran. Kaniya Feqîran kaniyek pîroze. Jin li dora kaniyê tifêkên xwe dadidin û xwarinan çêdikin. Her jinek cûrek xwarinê çêdike û ew xwarinan di sufreyek komînal de tê pêşkêşkirin. Navê kaniya Feqîra ji vê yekê hatiye. Kesên ku rewşa wan ya aborî ne başe û feqîrin, tên dora kaniya feqîran û xwarinê bi hev re hevpar çêdikin û dixwin.”


‘Bi ava kaniya Mêran me fitra xwe vedikir’


Welatiyê ji Ewêna Remzî Kaymaz yê 40 salî jî diyar kir ku berî sala 1986’an ceyran li Ewêna tunebû û wiha axivî: “Di dema ku ceyran li gundê me tunebû, ava cemidî tenê ji kaniya Mêran dihat peyde kirin. Li Ewêna ava herî cemidî li kaniya Mêran heye. Ava hemû  kaniyên gund niha kêm bûye. Di dema bûrî de min di meha Rojiyê de her êvar ji dayîk û bavê xwe re ava kaniya Mêran ya cemidî di anî, wan jî bi ava cemidî fitara xwe vedikirin.”


(şh/zt)