Li Amedê ji bo Hunermend Ayşe Şan şeva bîranînê

09:55

 


JINHA


AMED –  Bi boneya 18’emîn salvegera bîranîna Hunermend Ayşe Şan ji aliyê Konservetoara Aram Tîgran ya dibinya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de xebatên xwe berdewam dike ve şeverk bîranînê hat amadekirin. Di şeva bîranînê de keça Hunermend Ayşe Şan Yasemîn Şan jî 3 sitiranên diya xwe sitirîn.


Ji bo 18’emîn salvegera bîranîna Hunermend Ayşe Şan li Amedê şeva bîranînê hat amadekirin. Şeva bîranînê ji aliyê Konservetoara Atam Tîgran ve li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat li darxistin. Di şeva bîranînê de hunermendên NÇM’ê, malbata hunermenda nemir Ayşe Şen jî di navê de gelek welatî amadebûn. Destpêka bernameyê sînavîzyonek derbarê jiyana Ayşe Şan ya  hunerî de bi dengê Ayşe Şanê hat pêşkêşkirin. Piştî sînavîzyonê, Endamê Lijneya Rêveber a Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Erkan Erencî derbarê rola Ayşe Şan di pêşxistina hunera kurdî bi rengê jinê de axivî.


Emê di demek nêz de wesyeta Ayşe Şanê bînin cîh’


Erkan diyar kir ku cûdahiya Ayşe Şan ji zehmetiyên ku wê di jiyane xwe ya hunerî de kişand hatiye û wiha got: “Ayşe Şan di civakek fewdal de jiyan dikir, ji ber ku ew hunermedek jin bû di civkê de ne dihat qebûlkirin. Ayşe Şan di wesiyata xwe ya dawî de dixwest ku gora wê li Amedê be. Em soz didin ku di demek nêz de wesyeta ku Ayşe Şan ji bom e hêlaye emê bînin cîh û wê bînin li Amedê veşêrin.”


Di şeva bîranînê de keça Ayşe Şan Yasemîn Şan jî 3 sitiranên diya xwe sirtirîn. 9 stranên Ayşe Şan jî ji aliyê  Hûnermenda NÇM'ê Ayfer Dûztaş û  Orkestra Aram Tîgranê ve hatin gotin. Di her navberê de serpêhatiyên Ayşe Şanê dihatin xwendin. Beşdaran eleqeyek mezin nîşanî şeva bîranînê dan û gelek bi coş derbas kirin.


Bername bi gotina sitiranên Ayşe Şan ji aliyê Orkestraya Aram Tîgranê ve bidawî bû.


(şh/zt)