‘Nêzîkahiya li hember birîndaran ji polîtîkayên Kobanê ne cuda nîn e’

10:30

 


JINHA


RIHA  - Parlamentera Wanê Aysel Tugluk diyar kir ku Kobanên di berxwedanê de birîndar dibin û bi riyên fermî ji bo dermankirinê tên Tirkiyeyê tên binçavkirin û girtin ji polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Kobanê cuda nîn in. Aysel anî ziman ku hikûmetê li xeta sînor nêzîkahiyetî operasyonel xistiye dewreyê û wiha hikûmet hişyar kir: "Divê hikûmet demildest dest ji vê lîstika taluke berde."

Di demên dawî de kesên li Kobanê di pevçûnan de birîndar dibin û ji bo dermankirinê bi riyên fermî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tînin Tirkiyeyê li Pirsûs û Rihayên bi kesên alîkariya wan dikin tên binçavkirin û tên girtin. Rêxistinên mafên mirovan binçavkirina Kobaniyên birîndar di hiqûqê de tu cihê wê tuneye û di heman demê de ev yêk binpêkirina peymana li hemberî penaberan a NY'î ye. Polîs jî bi israr operasyonên binçavkirnê didomîne. Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk diyar kir ku pêkanînên polîs û leşkeran a li hembeîr birîndarên Kobanê ji polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî Rojava cuda nîne û divê hikûmet demildest dest ji van pêkanînên li dijî hiqûq û mafên mirovan berde.

'Ligel êrîşan xwedî li berxwedanê derketin'

Aysel anî ziman ku hikûmet ji roja berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê destpêkirin heya niha li hemberî berxwedana Kobanê, paratina Kobanê û kesên ji bo piştevaniyê hatin û kobaniyên neçar mayîn koçberbûn di nava helwesteke neyînî de ye. Aysel da zanîn ku hikûmetê di vê nokteyê de hemû rêbaz bikaranîn. Aysel bilêv kir ku polîs û leşker ji bo berxwedana piştevaniyê bişkêne li xeta sînor çek jî bikaranîn û li xeta sînor Kader Ortakaya qetil kir û ligel hemû êrîşan gel xwedî li berxwedana Kobanê derket.

'Li piştî vê yêkê polîtîkayên hikûmetê yên Rojava hene'

Aysel destnîşan kir ku polîs û leşkeran kobaniyên birîndar hedef girtin û li pişt operasyonên binçavkirin û girtina birîndaran polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî Rojava hene. Aysel diyar kir ku operasyonên li hemberî birîndaran "Rewşa patolojîk a bi berxwedana Kobanê ya plansaziya hikûmetê vala hatî derxistin afirandî" nirxand û wiha got: "Dibêjin hiqûqeke şer jî heye. Hinek nirxên mirovahiyê hene û dema dewlet bi her re şer dikin jî wan nirxên mirovahiyê li ber çavan digirin. Lê niha rewş heya birîndaran hatiye.Li vir li hemberî gel zext û êrîş çêbûn. Li xeta sînor mirov hatin qetilkirin. Bi vê yekê rihet nebûn li hemberî kesên di berxwedana Kobanê de birîndar dibin û bi riyên fermî tên pêkanînên dijmirovahî û dijexlaqî pêk tên."

'Bersiva bi çi tên sûcdarkirin tuneye'

Aysel operasyonên li dijî birîndaran weke helwesteke dijaqil û dijexlaq bi nav kir û anî ziman ku Kobaniyeke birîndar ên rîska wî ya çavê xwe winda bike heye 7 seatan li midûriyeta polîsan hate girtin. Aysel da zanîn ku têkildarî operasyonên binçavkirinê bi Waliyê Riha û Midûrê Polîsan re hevdîtin kirin û sedema operasyonan pirsîn lê bersiv negirtin û wiha axivî: "Me pirsa 'Bi çi tên sûcdarkirin?' pirsî lê em tu bersiv negirt. Weke her cara gotin li ser îxbarê pêk hat. Me pirsa 'Îxbar çî ye?' pirsî ji me re gotin, 'Li malekê berê xwe didin birîndaran' Me ji wan re got 'Gelo ev sûc e?' Ji vê yêkê re tu persiv nedan. Pêkanînên wisa encamê nagirin. Heke em vê yêkê berfireh bikin tevahiya Rihayê deriyên xwe ji birîndaran re vekirin."

'Bila hikûmet dest ji vê lîstika taluke berde'

Aysel da zanîn ku heke nêzîkahiya li hemberî birîndaran berdewam bike dê berteka gel mezin be û divê hikûmet demildest dest ji vê "Lîstika taluke" berbide. Tugluk bilêv kir ku heke hikûmet bixweze di pêvajoya çareseriyê de pêşbikev divê demildest dest ji polîtîkayên neyînî yên Rojava berbide.

'Dê bikîjan hiqûqê aşkera bikin'

Aysel destnîşan kir ku tu aliyê hiqûqî yên operasyonê tunene û ev yekê li dijî rêgezên mafên mirovan in û ev yekê jî sûc e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di bin navê gumandarê maqul hemû kesî dixwazin binçav bikin. Ji xwe pêşiya vê yêkê hate vekirin. Ev zagona nîşaneya nêzîkbûna darbeyê ye. Hiqûq nayê pêkanîn. Binçavkirina nexweşekî dê bi kîjan hiqûqê îzah bikin. Tu îzahata vê di hiqûqê de tuneye. Di heman demê de jê re qilifê 'teror' pêktînin. Lê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tu pêkanînên wisa tunene."

'Nêzîkahiyekî operasyonel di dewreyê de ye'

Aysel da zanîn ku hikûmetê li Riha û Pirsûsê nêzîkahiya operasyonel xistiye dewreyê û bi vê yêkê dixwazin piştevaniya bi berxwedana li Kobanê berdewam dike bibirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi zextan dixwazin vir bêdeng bikin û têkiliya di navbera Kobanê û vir bibirin. Gelê kurd çawa dê bertekê nîşanî vê yêkê bide dizane. Gel dê li cem vê berxwedanê be."

(zt)