6 birîndarên din ên kobanî hatin binçavkirin

10:37

JINHA


RIHA - 6 birîndarên ji Kobanê, yên di berxwedana Kobanê de birîndar bûn û bi rêyên fermî ji sînor derbas bûn, dema ji Pirsûsê sewqî Edene û Amedê dihatin kirin di hundirê ambulansê de hatin binçavkirin.

Li hemberî birîndarên kobanî yên bi rêyên fermî derbasî Pirsûsê hatin kirin, pêla binçavkirinê ya polîs û leşkeran dewam dike. Duh bi şev birîndarên bi navê Muhammed Elî, Şero Misto, Alî Abdulrezak û Îsa Muhammed ên ji Pirsûsê bi ambulansê sewqî Amedê dihatin kirin û 2 ajokarên ambulansê li Sêweregê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan Alî Abdurezak ê rewşa tenduristiya wî giran e rakirin nexweşxaneyê û 2 ajokarên ambulansê jî piştî lêpirsînê hatine berdan. 3 kobanêyî jî hînê li midûriyeta polîsan a Sêweregê tên ragirtin. 

Navnîşaneke din a operasyonên binçavkirina Kobaniyên birîndar Osmaniye bû. 2 kobaniyên birîndar ên ji ber rewşa tenduristiya wan xetere ye sewqî Fakulteya Tipê ya Çukurovayê hatin kirin, li Osmaniyeyê, bi ajokarê wesayîta tê de bûn, hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku birîndar û ajokarê wesayîtê yên hatin binçavkirin, hînê li Midûriyeta Polîsan a Osmaniyeyê tên ragirtin.

(zt)