Ji Komeleya Dostaniyê ya Fransa kampanya 'Kobanê evîna me ye'

10:46

 


JINHA


RIHA - Komeleya Dostaniyê ya Fransa-Kurdistan, ji bo raya giştî bi berxwedana Kobanê bihese dest bi kampanya "Kobanê evîna me ye". Nûnera komeleyê Sylvie Jan a ji bo piştevaniya Kobaniyan hat Pirsûsê, armanca kampanyaya xwe bi gotina, "Berxwedana Kobanê pêşeroja cîhanê eleqedar dike" vegot.

Endamên heyeta Komeleya Dostaniyê ya Fransa-Kurdistan, Kobaniyî û Êzidiyên li dû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bikin, li Amed û Pirsûsê ziyaret kirin û 40 makîneyên şuştina kincan ên di çarçoveya kampanya li derveyî welat de ji bo Kobaniyan kiribûn, radestî wargeha ji konan a Kobaniyan kirin. Heyeta Fransayê her wiha bi rayedarên KCD; DOKH û DBP'ê re hevdîtin kirin û wateya berxwedana Kobanê û çavdêriyên xwe yên li herêmê parve kirin.

'Kobanê tê wateya pêreroja cîhanê'

Endama heyetê Sylvie Jan ku beriya niha hatibû Pirsûsê û hin danûstandin kiribû anî ziman ku ew berxwedana dîrokî ya hêzên YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji nêz ve dişopînin, ji ber ku berxwedana Kobanê ne tenê gelê kurd, tevahiya gelên cîhanê eleqedar dike. Jan ev tişt anî ziman: "Berxwedana Kobanê ji bo me tê wateya pêşeroja cîhanê" û anî ziman ku armanca êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, fetisandina jiyana demokratîk a li Rojava ketiye meriyetê. Jan diyar kir ku jin û xortên Kurd li dijî van êrîşan têdikoş in û got, "Ev gel ji bo pêşeroja demokrasî, aştî, azadî û pêşeroja cîhanê têdikoş e."

'Em piştgiriyê didin Kobanê'

Sylvie da zanîn ku di berxwedana Kobanê de gelê Kurd berdêlên giran daye û ew bawer in ev berxwedan wê bi serketinê bi encam bibe û wiha pêde çû: "Bi dîtina me, eger Kurd nikaribin vê hêzê bisekinînin, wê kes nikaribe bisekinîne. Lewma em jî di nava vê têkoşînê de ne. Em jî îro li vê cîhanê dijîn. Bi gelê Kurd re em piştgiriyê didin berxwedana Kobanê."

'Kobanê evîna me ye'

Sylvie ragihand ku ew li Fransayê ji bo ragihandina berxwedana Kobanê ji raya giştî re dixebitin, di heman demê de ji bo bersivdayîna li pêwîstiyên Kobaniyên koç kirine kampanyayan dimeşînin û destnîşan kir ku ew vî karê xwe jî bi dirûşma "Kobanê evîna me ye" dimeşînin. Sylvie wiha berdewam kir: "Berxwedana li wir pêwendiya xwe bi me re heye, eleqeya xwe bi pêşeroja zarokên me re heye. Eleqeya xwe bi pêşeroja cîhanê re heye."

'Binçavkirna birîndaran nayê qebûlkirin'

Sylvie da xuyakirin ku wan Kobaniyên birîndar ên hatine binçavkirin jî ziyaret kirine û anî ziman ku binçavkirina Kobaniyên birîndar 'rewşeke bê fêmkirin nîne'. Jan da zanîn ku sohbeta bi Kobaniyên birîndar re kiriye hêz daye wan û wiha domand: "Hem ji aliyê wijdanî hem jî ji aliyê hişmendiyê ve binçavkirina wan nayê fêmkirin, nayê qebûlkirin. Em li ciwanekî bi giranî birîndar bûbû rast hatin. Şevek berê hatibû binçavkirin. Em dizanin ku 16 kes hatine binçavkirin. Wî ciwanê birîndar ji me re got, 'Dema ez rehet bibim ez ê biçim Kobanê'. Hilbijartina wî ciwanî hilbijartineke lehengî bû. Em li mirovekî welê rast hat ku ji bo pêşeroja gelê Kurd, êşa xwe ji bîr kiribû. Weke Fransiyek, dema min ciwanê bi wî rengî dît, gelekî hêz û cesaret girt. Berxwedaneke ku hêzeke mezin dide hemû hêzên demokrat ên li cîhanê."

(zt)