‘Dê jiyan û mirina me li Kobanê be’

10:59

 


JINHA


KOBANÊ – Malbata Salih Beko tevlî rewşên zehmet dest ji koçberiyê berdan û vegeriyan bajarê Kobanê. Endamên malbatê diyar kirin ku tevlî hemû rewşan ew dixwazin li ser xaka bajarê xwe bijîn û bimrin.


Malbata welatiyê bi navê Salih Beko ku ji 6 kesan pêk tê, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê ber bi Bakurê Kurdistanê ve koçber bibûn, her roj bi roj bi hêviya vegera Kobanê çavê wan li aliyê Kobanê bû. Tevlî ku şer û pevçûnan û topbarana çeteyan a li dijî Kobanê jî, lê Dayîka Zelîxa Beko ku yek ji ferdên malbatê ye tevlî 4 zarokên xwe vegeriyan Kobanê. Dayîka Zelîxa çîroka jiyana xwe û zarokên xwe ji nûçegihanê Ajansa Nûçeyan ya Hewarê  Mustrfa Elî re vegot.


Dayîk Zelîxa Beko û zarokên xwe gotin ku jiyana di kolanên Kobana ku ji ber şer û êrîşan wêran bû ye xweştir ji jiyana koçberiyê ye. Rewşa Malbatê ne pir baş e, Salih Beko, dikanek biçûk vekiribû û ji berhemên wê malbata xwe ya ku tevlî wî ji 6 kesan pêk tê xwedî dikirin.


Piştî êrîşan Salih tevlî hemû ferdên malbatê koçber bûn. Salih piştî ku zarokên xwe bi cih kir, vegeriya û li gorî derfetên xwe tevlî berxwedanê bû. Piştî ku hêzên YPG'ê gelek destkeftî bidestxistin, hevjîna Salih û zarokên xwe vegeriyan Kobanê.


Zelîxa Beko, rojên ku li Pirsûsa Bakurê Kurdistanê derbas kirin, wekî rojên herî zehmet jiyankiriye binav kirin û got tu wê tu carî nikarîbû kolan û heriya Kobanê jibîr bike. Bi vegerê jî pir kêfxweşiya xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ew ê di avakirina Kobanê de cihê xwe bigrin û nema dest ji bajarê xwe berdidin. Zarokên Salih û Zelîxe ku kenê kêfxweşiya vegera Kobanê li ser riwê wan bû nê navber digotin ''bijî YPG'ê''


'Mirina li Kobanê baştire ji koçberiyê'


Zelîxe diyar kir ku ew dizanin ku komên çete hîn sivîlan topbaran dikin, lê wan biryara xwe ya jiyana li Kobanê dane û ev tişt anî ser ziman: ''Em li erda Kobanê bimirin baştire, ji jiyana cihekî din. Raste jiyana Kobanê niha pir zore, lê em ê di hemû rewşan em jiyana Kobanê hez dikin. Ez bi hemû awayî amade me tevlî berxwedana Kobanê bibim. Em dixwazin li ser xaka bimirin û bijîn.''


Hevjînê Zelîxe Salih Beko jî got ku pêwîstiya Kobanê bi şêniyên wê hene û bang li welatiyên Kobanê kir ku vegerin û xweşkirina jiyana bajarê xwe û berxwedana li dijî çeteyan de cihê xwe bigrin.


(zt)