Li Silêmaniyê ji bo şermezarkirina qetilkirina Kwêstan meş

11:34

 


JINHA


SLÊMANIYÊ - Li Qeladizê xwendevanên dibistana amadeyî ya Tavge ya keçan bi boneya şermezarkirina qetilkirina hevala xwe ya xwendevan Kwêstan Mihemed meşek lidarxistin. Xwendevanan piştî meşê daxuyaniyek dan û gotin: “Îro li vir û Qeladizê sucek mezin tê kirin. Bi awayeke herî hov, hevala me xwendevan Kwêstan Mihmûd ji aliyê dilekî reş û mejiyekî tarî ve hat xeniqandin û serê wê ji laşê wê hat cûdakirin.”

Xwendekara bi navê Kwêstan Mihemed (23) berî çend rojan dema ji dibistanê vedigeriya ji aliyê kesên nenas ve hat revandin û piştî çend saetan cenazeyê wê hatibû dîtin. Bi boneya şermezarkirina qetilkirina Kwêstan Mihemed li bajaroka Qeladizê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê meşek hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya xwendekarên dibistana Amadeyi ya Tevge ya keçan pêkhat. Xwendevan heya ber Qeymeqamiya Qeladizê meşiyan û li wê daxuyanî dan çapemeniyê. Di meşê de duruşmên weke “Jin jiyan azad” û “Yên Kwêstan qetilkirine em efo nakin” hatin bilind kirin. Daxwiyaniya xwendekaran wihaye:  “Ji bo birêz Serokê herêmê, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, dadgeha Lêkolînê ya navçeya Pişder, qeymiqamtî, rêvberên polîs, asayîş û nivîsîngeha şiddet li dijî jinan a Pişder. Herçendî Kurdistan îro di rewşek zor û zehmet re derbas dibe, lê li Kurdistanê rojane mirovên bê guneh tên revandin, îşkencekirin û kuştin. Îro li Kurdistanê jin bi kirinên ne mirovane tên qetilkirin. Qetilkirina jinên ciwan yên weke Dua û Kwêstan pir qetilkirinên hovanene.”


‘Bi hovane serê hevala me Kwêstan ji laşê wê cuda kirin’


Xwendevanan daxwaz ji deshilata siyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê kirin ku pêşî li bûyerên kuştinên jinan bigirin û wiha gotin: “Divê bi rêya sepandina yasa û cezakirina gunehbaran, sazî û dezgehên ji bo parastina welatiyan bên avakirin.” Xwendevanan wiha gotin: “Îro li vir û Qeladizê sucek mezin tê kirin. Bi awayeke herî hov, hevala me xwendevan Kwêstan Mihmûd ji aliyê dilekî reş û mejiyekî tarî ve hat xeniqandin û serê wê ji laşê wê hat cûdakirin.”


Di dawiya xwepêşandanê de xwendekaran 3 xal pêşniyarî berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.


 Xalên ku xwendekaran pêşniyar kirin  wihane; 


“1- Em daxwaz dikin ku bi ti awayî dosyeya Kwêstan Mihemed û her sucên bi vî awayî li sînorê me bi awayê lihevkirina eşîrtiyê neyê çareserkirin û yasa serwer be.


2- Daxwaza me ewe ku dosyeya vî sucî ji kuştina ji qestan ji bo tawanê terorîstî bê veguhertin. Tawanbar li gor madeya 4 a terorê bê dadgehkirin.


3- Em daxwaz dikin ku yasayek taybet û ji ya niha radîkaltir li ser sucên bi vî awayî bê derxistin. Ji ber ev suc kêm tên dîtin û hêdî hêdî dibin diyarde.”


Di dawiya meşê de welatî û xwendekarên keç ên hevala Kwêstan Mihmûd çûn goristana ku Kwêstan lê hatî veşartin û serdana gora wê kirin.


(zt)