Esad hevsera wî, DAIŞ’ê jî kurê wî qetil kir
11:39
JINHA
RIHA - Ehmed Omer ê Ereb bi 3 zarokên xwe re piştî şoreşa Rojava koçî Kobanê kir. Ehmed ê ku di êrîşên rejîma Esad ên li dijî Helebê de hevsera xwe winda kir, di êrîşa DAIŞ’ê de jî kurê xwe yê 8 salî winda kir û wiha got: “Li Helebê şer biqede jî ez vedigerim Kobanê. Ez bi ruh û canê xwe li gel YPG û YPJ’ê me. Welatê min êdî Kobanê ye.”
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê, di nava kesên ji Kobanê koç kirin de gelek ji gelên cuda yên Suriyeyê jî hene. Yek ji van Ehmed Omer ê Ereb e ku bi eslê xwe ji Helebê ye. Ehmed bi du zarokên xwe re li konbajar dimîne. Ehmed piştî şerê li Helebê zarokên xwe yên 12, 8 û 4 salî girt û koçî Kobanê kir. Lê kurê wî Muhammed Nur Omer ê 8 salî di êrîşa hewayî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.
'Êdî welatê min Kobanê ye'
Ehmed di rojên destpêkê yên êrîşa li dijî Kobanê de ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hat tahliyekirin, li konbajar dimîne. Ehmed diyar kir ku rêya heq rêya YPG û YPJ’ê ye û welatê wê êdî Kobanê ye û wiha got: “Piştî mirina hevsera min, min bi sê zarokên xwe re ji Helebê koçî Kobanê kir. Ji ber ku Kobanê cihê herî bi ewle bû. Gelê Kobanê ji her kesî re hembêza xwe vekir. Li wir ereb, Kurd û baweriyên cuda dijîn. YPG xwedî li me derket. Piştî DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir, di êrîşa hewayî de kurê min ê 8 salî şehîd ket.”
Ehmed anî ziman ku piştî êrîşa DAIŞ’ê bi gelê Kobanê re hatiye Pirsûsê û wiha axivî: “Gel neçar man axa xwe terk bike û min jî keça xwe ya 4 salî û kurê xwe yê 12 salî girt û ji Kobanê bi gel re hatim sînor. Gelê vir xwedî li me derket. Em niha bi wan re li kon dimînin. Li Helebê şer biqede jî ez diçim Kobanê. Ez bi ruh û canê xwe ligel YPG û YPJ’ê me. Rêya heq rêya wan e.”
(zt)

