Li atolyeya konbajar 'Bi xwe çêbike û li xwe bike'
11:59
JINHA
RIHA - Jinên aktîvîst ên ji bo piştevaniyê hatin Pirsûsê bi jinên Kobanê re hevpar Atolyeya Hilberîna Jinên Karker a Kader Ortakaya vekirin. Xebata du meh berê ji aliyê Fîlor Uluk Benlî ve bi navê "Projeya piştevaniya hilberînê ya ji bo Kobanê" hate destpêkirin niha vegeriya projeya "Bi xwe çêbike û li xwe bike"
Aktîvîstên Înîsiyatîfa Biratiya Piştevaniya Çandê ya Samatya li konbajaran ji bo hewcehiyên kincên zivistanê pêk bîne Atolyeya Hilberîna Jinên Karker a Kader Ortakaya vekirin û her roj bi tevlîbûnên nû mezin dibe. Ji atîvîstan Fîlor Uluk Benlî, Canan Karabulut û Fusun Seslî atolye ava kirin û bi tevlîbûna jinên Kobanê vegeriya atolyeya "bi xwe çêbike û li xwe bike". Bi 5 jinên Kobanê re her roj bi derfetên kêm kinc, şal û goreyên çêdikin li jin û zarokan tên belavkirin. Fîlor Uluk Benlî diyar kir ku bi hatina zivistanê hewcehî zêdebûn û lê melzemeyên wan kêm in û ji bo zarok sermayê negirin divê hemû derdorên baldar piştgiriyê bidin atolyeya wan.
'Herî zêde em kincên polar didûrîn'
Fîlor anî ziman ku du mehan li Stenbolê ji binesaziyê wê xebat kirin û pişt re hat ji bo jin, zarok û bebikan kin çêkirin û wiha got: "Li Stenbolê bi tiştên min çêkirin û melzemeyên min anîn li vir min karê xwe berdewam kir. Hinî ji destê min tê ez dixwazim alîkariya mirovan biki. Ji roja ez hatim heya niha ez di atolyeyê de dixebitim. Piştî hewa sarbû herî em polar û goran didûrîn. Min bin tix û ben dan jinên Kobanê û derdorên şalên me çêkirin çêdikin. Di destêkê makîneya me tunebû û bin bi makîna destan ew hînî kar kirin. Gelek zû hînî vî karî bûn û serkeftîne."
'Ev der bû cihê xebata jinan'
Fîlor da zanîn ku li ser şalên ku çêdikin navê her kesî li ser dinivîsin û wiha axivî: “Dema hatim vir li ser şalên her kesî YPG û YPJ dihat nivîsin. Niha em piranî cil û bergan didrûn. Amûrên me kêmin, derfetên me tunene. Kumaşên ku li wir ji min re pêwist nedikir, li vir gelek pêwîst e. Du kes dibirin, du kes didirûn. Jinên konbajar tên vir û kar dikin. Sohbetê dikin û alîkariyê didin me.”
Fîlor bilêv kir ku ji bo hewcedariya hemû konbajaran çareser bikin derfetên wan kêmin û pê de çû: “Ez dixwazin li 5 konbajarên Pirsûsê vê bidim rûniştandin. Divê li her konbajarekî ev atolye bê vekirin ji ber ku ji bo rehabîlîtekirina jinan girîng e. Niha hewcedarî bi makîne, kumaş, ben heye."
Li aliyekî Kobanê difikirin û li aliyekî jî dixebitin
Jina bi navê Halîde Omer (40) a dayika 7 zarokan e diyar kir ku ji ber berê nexş û dirûn dizanibû li atolyeyê dest bi xebatê kiriye û wiha got: “Roja min li vir derbas dibe. Ez ji jin û zarokan re cil û bergan didirûm. Rojê 50 parçe cil didirûm. Em hewl didin li ser lingê xwe bisekinin. Roj ne roja rûnitinê ye. Roj roja xwedî derketinê ye.”
(zt)

