Li ser sînor ji Kobanê re silava roj a 96’emîn

12:35

JINHA


RIHA  – Roj a 96’emîn berxwedana Kobanê de ligel baran û sermayê bi dehan welatî hatin gel hev û li gundên ser sînor berxwedana Kobanê carek din silav kirin. 

Li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana dîrokî ya YPG’ê û YPJ’ê kete roj a 96’emîn. Di vê navberê de çalakiya nobeta berxwedanê ya ku li gundan tê meşandin jî didome. Li gundên Mehser û Miseynter a ku nobeta berxwedanê bi girseyî didome çalakiya zincîra mirovan ku wek kevneşopiyekê tê lidarxistin îro jî ligel serma û baranê bi dehan welatî kom bûn. Çalakiya zincîra mirovan a li gundê Mehserê bi rêz girtinê dest pê kir. Di çalakiyê de welatiyan ala KCK’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilgirtin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG û YPJ" û " Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berxwedana Kobanê silav kirin. 

(zt)