Cejna Êzidiyan bi xemgînî û lorînên jinan hat pîrozkirin
13:13
JINHA
AMDED - Welatiyên êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warê xwe terikandin û hatine li konbajarê Fîdanlikê bi cihbûne cejna xwe ya bi navê Cejna Êzîdiyan bi xemgînî pîroz kirin. Di dema pîrozbahiy de bi lorandinên jinên êzidî kêliyên hestiyar hatin jiyîn.
Welatiyên êzidî yên ji be êrîşên çeteyên DAIŞ'ê cih û warê xwe terikandin û hatine li konbajarê Fîdanlikê yê Amedê bi cihbûn cejna xwe ya bi navê Cejna Êzîdiyan tê naskirin bi awayek xemgînî pîroz kirin. Gelek welatiyên Amedê û di nava de Hevserokê KCD'ê Selma Irmak, Endama Dîwana Serokatiya KCD'ê Feleknaz Uca û Rêveberên KCD'ê, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û Hevşaredarên Navçeyên Amedê di Cejna Êzidiyan ya li Fîdanlikê hat pîrozkirin de amadebûn.
Di dema pîrozbahiyan de kêliyên hestiyar hatin jiyîn
Di Cejna Êzidiyan de Hevseroka KCD’ê Selma Irmak axivî û got: “Erê we vê cejnê ser axa xwe pîroz nekir, lê hun bawerbin ku hunê sala bê vê cejna xwe ya pîroz ser erdnîgariya xwe ya kevnare pîrzo bikin.”
Girse û heyeta çûn cejna welatiyên êzidiyan şirînahî li zarokan belav kirin.
(şh/zt)

