'Şehîd û birîndarên me rûmeta me ne'

13:32

 


JINHA


RIHA - Li hemberî birîndarên Kobaniyî yên bi qeyda AFAD'ê bi awayekî fermî ji bo dermankirinê derbasî Rihayê bûn, zexta polîsan û pêla binçakirinê di hefteyên dawî de zêde bûn. Rêxistina DBP'ê ya Rihayê di der barê mijarê de li avahiya xwe daxuyanî ya civînî li dar xistin.

Li hemberî birîndarên Kobaniyî yên bi qeyda AFAD'ê bi awayekî fermî ji bo dermankirinê derbasî Rihayê bûn, zexta polîsan û pêla binçakirinê di hefteyên dawî de zêde bûn. Rêxistina DBP'ê ya Rihayê têkildarî mijarê de li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê girseyê Endamê Meclîsa DBP Salîh Sagiş axivî. Sagiş balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û hevpariya dewleta Tirkiyeyê. Salîh êrîşa çeteyan ku roja 29'ê cotmehê de pêk anî bûn bibîrxist û wiha got: "Di wê êrîşa de hemû kesî hevkariya Tirkiyeyê û çeteyan dîtin. Piştî wê êrîşê de li Rihayê polîsên tirk jî tundiya xwe li ser birîndaran Kobanêyan herî zêde kirin. Ev kesên tên bincavkirin di bin cavderiya AFAD'ê de derbasdibin û dema tên derbaskirin wêneyên wan têbi kişandin û dewsa tiliyên wan tên stendin. Bi taybetî ev 2 hefte bi dehan kes bi rewşên xweyî giran hîn bijîşka ew tabûrcû nekirinin ji hêla polîsan tên bincavkirin. Du hefte berê 5 jê birîndarên Kobanê û xwediyê malê hatin girtin. Bi hezaran çete li nexweşxaneyên Tirkiyeyê tên tedawî kirin. Em baş zanin bê dijminê me kînin. Gelê kurd tu carî serê xwe li ber we û van çeteyan na tewînin."

'Tiştên dewleta tirk dike şere kî psîkolojîk e'

Salîh diyar kir ku wehşetek mezin li ser birîndaran tê meşandin û wiha axivî: "Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê bi ser neketin, dewleta Tirkiyeyê ev êrîşan pêk tînin. Ji roja ewilîde heta neha serokomarê dewleta Tirkiyeyê Ergogan dibêje ku 'Kobanê ket'. Em baş zanin ji ber ku çeteyan Kobanê ne sitendin, çete têk diçin pir zora wan çûye. Welatiyên ê li Kobanê welatê xwe diparêzin û birîndar bûnin û ji bo tedawiyê hatinin Tirkiyeyê niha jî di bin êrîşa Tirkiyeyê de ye. Tiştên dewleta tirk dike şere kî psîkolojîk e."

'Em ê heta dawiyê şehîd û birîndarên xwe xwedî derkevin'

Salîh çapemeniya a alîgirê hikumetê jî rixne kir û bertek nîşanî nêzik bûna medya ya Tirkiyeyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em helwesta ev çapemeniya a derewker şermezar dikin. Tiştê bê esil dibêjin. Em dibêjin ku heta em hebin em ê li nexweşên xwe, birîndarên xwe û li rûmeta xwe xwedî derbikevin. Wek salên 90'yan çawa bi hezaran kes kuştin, gund vala kirin, bi deh hezaran kes bincavkirin. Tenê rûmeta me maye. Vî gelî heta niha ji rûmeta xwe tavîz ne danin. Ev birîndar û şehîdên me rûmeta menin. Heta dawiyê li birîndarên xwe û şehîdên xwe xwedî derbikevin."

(kom/zt)