Li Rihayê karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:21
JINHA
RIHA - Li Rihayê karkerê bi navê Huseyîn Başar (40) di encama lûle li ser wî de ket jiyana xwe ji dest da.
Li Rihayê di Senayî ya Organîza a 2'yemîn di kargehêkê de buyerek derket holê. Di buyerê de teknîkerê ceryanê Huseyîn Başar (40) dema lûle rast dikir lûle li ser wî ket û li cihê buyerê de jiyana xwe ji dest da. Hevalên Başar piştre bangî Tîmên Tenduristiyê kirin. Heta tîmên tendurîstiyê û ambûlans hat Başar li cihê bûyerê jiiyana xwe ji dest da. Derheqê buyerê de Midurê kargehê û şefê karkeran hat bincavkirin.
Cenazeyê Başar ji bo otopsiyê anîn Saziya Tip a Rihayê. Piştî lêkolîna otopsiyê qediya, cenazeyê Başar şandin welatê wî Dîlok'ê.
(kom/zt)
