Ji ber barana zêde xaniyek hilweşiya û zarokekê jiyana xwe ji dest da
14:56
JINHA
AMÛDÊ – Li bajarê Amûdê xaniyê malbatekê ji ber barana zêde hilweşiya. Di encamê de zarokek 13 salî jiyana xwe ji dest da û zarokek din jî birîndar bû.
Li nêzî navenda Ceyranê ya bajarê Amûdê malek ji pirketan ji ber baranê hilweşiya, malbat dibin de ma, zarokekê jiyana xwe ji dest da û zarokek jî birîndar bû. Li gorî agahiyên ji xwediyê malê Hisên Elî Eswed hatin girtin, şevê din dema bi hevsera xwe û 4 zarokên xwe re li mala xwe runiştibûn, ji nişkave xanî bi ser wan de hatiye xwarê. Ji 6 endamên malbatê ku di bin xanî de man, zarokê bi navê Îbrahîm ê 13 salî jiyana xwe ji dest da. Her wiha zarokê bi navê Lorans ê 9 salî jî birîndar bû. Hevsera Hisên û du keçikên wî ji bin xaniyê xirabe derketin. Hisên bi xwe jî bi sivikî birîndar bû.
Piştî buyerê Hêzên Asayîşê û cîranan bi hawara wan ve çûn û alîkariya malbatê kirin. zarokê birîndar rakirin bajarê Qamişlo, endamên malbatê yên din jî li ba xizmên wan hatin bicihkirin. Îbrahîm ku jiyana xwe ji dest dabû, îro li goristana bajarê Amûdê hate spartina axê û konê sersaxiyê ji bo Îbrahîm hat vegirtin.
Xwediyê malê Hisên Elî Eswed diyar kir ku her tiştên wan di bin xanî de ma û banga alîkariyê kir, da ku karibe ji nû ve mala xwe ava bike.
Sedama hilweşandina xanî jî hê jî nehatiye zanîn, lê hate gotin ku xanî ji pirketên axê hatiye avakirin û pir kevnare bûye û ji ber baranê hilweşiya ye.
(zt)

