Dayikên Aştiyê rejîma Îranê şermezar kirin
15:50
JINHA
RIHA - Dayikên Aştiyê yên Wêranşarê gefa îdamê ya li ser 29 siyasetmedarên kurd ên li girtîgeha Îranê de ne bi tundî şermezar kir.
Îsyantîfa Dayikên Aştiyê yên Wêranşarê bi munasebeta piştevaniya girityên kurd yên li girtîgah Urmiye di çalakiya greva birçîbûnê de ne dan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya navçê Ayşe Surucu jî tevlîbû. Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de anîn ziman ku ew ê weke Dayikên Aştiyê heya dawiyê şopdarên girtiyan bibin û bertek nîşanî gefa li ser 29 siyasetmedarên kurd ên li girtîgeha Îranê de ne dan û ev yek bi tundî şermezar kir.
Li ser navê Dayikê Aştiyê Emriye Ektiren daxuyanî xwend û diyar kir ku tevî rejîma Îranê dibêje ez misilmanîm, lê belê bi kiryarên xwe yên dijî mirovahiyê û hovane ji îslamê gelek dûre. Emriye bilêv kir ku bila guh bidin dengê dayikan û ban li tevahî cîhanê kir ku bi hestyar tev bigerin. Eriye di dawiya daxuyaniyê de derbirî ku ew ê bi tu awayî li hemberî vê hovîtiyê bêdeng ne mînin.
(zt)

