Di navbera Şengal û Rojava de korîdor hat vekirin
17:29
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên HPG, YPG, YJA – STAR û Yekîneyên Berxwedana Şengalê operasyona rizgarkirina Şengalê dane despêkirin. Di encama operasyonê de korîdora di navbera Rojava û Şengalê hat vekirin.
Li gor agahiyan hêzên HPG, YPG, YJA – STAR û Yekîneyên Berxwedana Şengalê(YBŞ) ê bi hevre operasyonek hevbeş li ser korîdora di navbera Rojava û Şengalê de dan deskpêkirin. Ev korîdora ku demeke di dastê çeteyên DAIŞ’ê de bu di encama wê operasyon de hat rizgar kirin. Gundê Dawulê yê ku li ser xeta korîdorê de bu bi temamî ji çeteyên DAÎŞ’ê hat paqişkirin.
Heta van seatan jî operasyona rizgarkirinê berdewam dike.
Tê zanî ev korîdor 3 meh berî niha ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû girtin. Gelê Şengalê di çiyayên Şengalê de asê mabû. Lê belê ewlekariya gele Şengalê ji aliyê hezên HPG, YJA – STAR, YBŞ û YPG’ê ve dihate girtin û parastin. Li gel ambargoya li ser vê herêmê, Hêzên YPG, HPG YJA- STAR û YBŞ’e bi derfetên xwe yên kêm gelê di çiya de asê maye, diparastin.
(zt)
