Di operasonên Şengalê de Xanesor hat rizgarkirin

09:09

JINHA


ŞENGAL - Şer û pevçûnên li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê dewam dike. Hêzên HPG, YJA Star û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) navçeya herî mezin a Şengalê Xanesorê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

Li gorî nûçeya RojNewsê îro di saet 04.00’an hêzên HPG, YJA Star û şervanên YBŞ’ê navçeya herî mezin ya Şengalê Xaneserê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Hate ragihandin ku tu windahiyên hêzên HPG, YJA Star û şervanên YBŞ’ê nîne û çalakî bi serkeftî dawî bûye tevahiya navçeya Xanesorê ji çeteyan hatiye rizgar kirin.

(zt)